‘Agirê Newrozê li hemberî faşîzmê, taritî û desthilatdariyê serî hildan e'

Gerîlayên HPG û YJA-Starê bi hatina Newrozê re nêrînên xwe anin ziman û gotin; “Bi rihê berxwedaniya çalakgerên greva birçîbûnê û bi ala azadiyê ku bi destê Kawayê hemdem Mazlûm Dogan hatî hildan, em ê dawî li tecrîdê bînin.’

Gerîlayên HPG û YJA-Starê ji bo ‘Cejna Newrozê’ ji ANF’ê re nêrînên xwe anîn ziman. Gerîlayan gotin; “Agirê Newrozê li hemberî faşîzmê, tarîtî û desthilatdariyê serî hildane.”

‘BI RIHÊ BERXWEDANIYA MAZLÛM Û LEYLAYAN WÊ DAWÎ LI DAGIRKERIYÊ WERE’

Gerîlaya YJA-STAR’ ê Zenda Kobanê bi van gotinan Newroz Pîroz kir: “Ez di kesayetiya Rêbertî de Newrozê li çalakvanên greva birçîbûnê, girtiyên zindanan û tekoşerên di her qadê de têdikoşin pîroz dikim. Ew rihê Newrozê ku bi berxwedan û tolhildanê hatiye destpêkirin heya roja me ya îro hîn didome, ji bo wê Newroz di nav gelê Kurd de xwedî cihek taybete. Bi gotina Rêheval Mazlûm ku dibêje ‘Berxwedan jiyan e’ bi fedane bedena xwe da ber agir, îro jî di kesayetiya Leyla û Nasiran de em ev rihê berxwedanê didome. Bangewaziya min ji her kesê xwedî wijdan re heye ku rabin ser piyan û dawî li faşîzmê bînin. Em di wê baweriyê de ne ku ev berxwedaniya bi rihê ciwantî destpêkirî û heya roja me a îro hatî wê bi wî rihê ciwantî jî bigihêje serkeftinê.”

‘NEWROZ ROJA VEJÎNA GELÊ KURD E’

Gerîlaya HPG’ê Serhed Botan jî bi gotina Newroz roja vejîna gelê Kurd e hest û nerînên xwe wiha anî ziman; “Newroz ji bo me roja vejîna gelê Kurd e, bi rihê ku wê tu carî roja me neyê tarîkirin wê agirê kawayê nemir Mazlûm Dogan gurtir bibe. Bangewaziya min ji bo tevahî ciwanên Kurd ev e li dora Rêbertî bibin xeleqeke ji agir. Di kesayeta nemirên ku di zindana Amedê de canê xwe dane ber agir em soza bilindkirina tekoşîna wan didin û di kesayetiya xwe de wan bidine jiyîn. Bi sozdayîn û bîranîna rêhevala Rehşan û Mazlûman em dawî li tecrîdê bînin.”

‘ALA BI DESTÊ MAZLÛMAN HATÎ HOLDAN ÎRO BI DESTÊ LEYLAYAN BILIND DIBE’

Her wiha gerîlaya binavê Rûheyiv Ronahî jî wiha di derbarê girîngiya Newrozê de axivî: “Newroz ji dîrok heya niha bi rihê berxwedanê hatiye. Pir rêhevalên me yên nemir weke Mazlûm û Zekiyan ala tekoşînê hatiye hildan, niha jî ew al bi destê çalakgeran li welat li ba dibe. Em di wê baweriyê de ne ku wê bi vî rihê berxwedan û tekoşînê bi encam jî bibe. Azadkirina Rêbertî û şikandina tecrîdê dê dawî li dagirkerî û faşîzmê bîne.”

‘AGIR RONAHÎ YE, RONAHÎ JÎ AZADÎ YE’

Herî dawî jî gerîlayê HPG’ê Fîraz nerînên xwe bi me re parve kirin. Firaz got ku“Ez Newroza 2019’an li Rêbertî, şehîdên şoreşê û gelên aştîxwaz pîroz dikim. Di şexsê hevala Leyla Guven de li tevahî çalakvanên greva birçîbûnê pîroz dikim. Newroz ji bo me wateyek xwe pir girîng heye, ji bo wê bi agirê Newrozê em ê tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin û Kurdistanê azad bikin. Ez hevalên ku bi agirê Newrozê bedena xwe dane ber agir û li hemberî faşîzmê serî hildane bi bîr tînim. Agirê Newrozê li hemberî faşîzm, tarîtiyê û desthilatdariyê serî hildane. Em, gerîlayên azadiyê li şopa Kawayê hemdem Mazlûm Dogan û Leylayan em ê şopdarên wan bin. Di dawî de ez dibêjim agir ronahî ye, ronahî jî azadî ye.”