Agirê Newrozê li Şirnexê hate dadan

Li navenda Şirnexê agirê Newrozê hate dadan. Li Silopiyayê jî bang li gel hate kirin ku dakeve qadan.

Newroz piştî 3 salan wê li Şirnexê bê pîrozkirin. Agirê destpêkê yê Newrozê li taxan hate dadan. Li Silopiyayê jî amadekarî ji pîrozbahiyê re tê kirin.

Endamên rêxistina HDP'ê ya Şirnexê ji bo pîrozbahiya Newrozê ya li qada kêleka Nûh Nebî Otelê li gelek taxan belavok belav kirin. Agirê destpêkê yê Newrozê jî hate dadan. Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş, namzetên HDP'ê yên ji bo Hevşaredariyê Hişyar Osal û Nûrcan Alturk li her taxê bi girseyî tên pêşwazîkirin.

Li Silopiyayê jî ji bo pîrozbahiyê daxuyaniyek hate dayin. Komîteya Amadekar a Newrozê ji bo pîrozbahiya li taxa Yenîşehîrê bang li gel kir.