Abdulxaliq: Neheqiyê li civaka xwe nekin, bibin yek û xizmetê bikin

Abdulxaliq bang li partiyên Kurdistanî kir ku di vê dema girîng de neheqiyê li civaka xwe nekin, destê xwe bidin hev; hem bibin yek hem jî xizmetê ji gelê xwe re bikin.

Çavdêrê Siyasî Mesûd Abdulxaliq têkildarî gef, êrîş û metirsiyên li ser herêma Kurdistanê, biryara federal a li ser Herêmê, nakokiyên li ser neftê ya navbera Bexda-Hewlêr, serdana Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya bo Tirkiye û serdana Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ya bo Fransa û civîna di navbera PDK û YNK’ê de ji ANF’ê re nirxand.

‘ÇAVKANIYA GEFAN JI NEBÛNA RÊVEBERÎ Û PISPORIYA YÊN HERÊMA KURDISTANÊ BI RÊ VE DIBIN’

Destpêkê Abdulxaliq bal kişand ser gef û êrîşên hêzên derve yên li ser Herêma Kurdistanê û got: “Gef  û êrîşên dewletên dagirker bê sekin dewam in li ser Herêma Kurdistan. Kengê dibe gefên cidî, ew demê ku rêveberiya Herêma Kurdistanê yan jî yên herêmê bi rêve dibin nezanîn rêveberiyê bikin. Mixabin êrîş û gefên li ser Herêma Kurdistanê çavkaniya  xwe ji ne pisporî û ne rêveberiya Herêma Kurdistanê digire. Vê yekê kiriye ku dewletên derve dest bixin nav kar û barên herêmê, hêzê vekişîne herêmê, pilan û projeyên xwe li ser hebin. Ji ber vê desthilatê civak tê serkutkirin.

‘DIVÊ YEKÎTIYEK HEBE KU BIKARE PÊŞIYA ÊRÎŞÊN TIRKIYE BÊ GIRTIN’

Di rewşa niha de rêya herî baş yekrêzî ye. Avakirina yekîtiyek giştî mîna komkara Erebî ji bo çar parçeyên Kurdistanê. Nîqaşeke cidî li gel Bexda bê kirin ji bo dawî li van êrîşan û gefan bê anîn bi taybet êrîşên dewleta Tirk a ji bo salvegera Lozanê ku îsal salvegera sedsaliya wê ye. 

‘BAŞÛRÊ KURDISTANÊ JI BO ÇAR PARÇEYAN GIRÎNG E’

Başûrê Kurdistanê ji bo her çar parçeyên Kurdistanê xwedî girîngî ye. Xwedî Serokkomar e, beşdarî civînên dewletan dibe. Ji bo wê ye ku dibe bikare bi rêya Iraqê dengê Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê bigihîne Neteweyên Yekbûyî.”

‘ŞÛNA LI GEL TIRKIYE BE, BILA LI GEL IRAQÊ LI HEV BIKE’

Çavêdêr Siyasî Mesûd Abdulxaliq qala têkiliyên PDK’ê yên bi Tirkiye re û firotina neftê ya j ji bo Tirkiye û ev nirxandin kir: “Şûna desthilata Başûrê Kurdistanê berê xwe bide Tirkiye, tevî ku ewqas cîhan bang dike ku dibêje ji Tirkiye berê xwe bide Iraqê û em jî li gel vê yekêne ku şûna berê herêmê li Tirkiye be bila li Iraqê be. Herêm li hikûmet û biryarên li parlementoya Iraqê û dîsa Wezîrê Karê Derve yê Iraqê Kurd e, bikarin van pêngavan xurt bikar bîne, wê bikare gefan û êrîşan kêmtir bikin. 

‘PETROLA JI BO TIRKIYE TÊ ŞANDIN NE DI BERJEWENDIYÊ GEL DE YE’

Di qada navneteweyî de nave ku dosyaya neftê li gel herêmê tenê be. Dema ku ji Iraqê dahata Herêmê ji sedî 17 bû. Wê demê Emerîka ragihand ku heta Emerîka li herêmê be wê ew bûdce bê dayîn. Berî ku Dadgeha Federal biryarê bide, ji xwe li navxwe jî kesê dosyaya dahata neftê nedizanî bikûve diçe. Nimûne; Nûnerê NY got ku ew nefta hûn didin Tirkiye 22 dolar ji bo we dimîne, lê ku hûn bidin Iraqê nêzîkî 98 dolar ji bo we dimîne. Ev ferqeke pir zêde ye. Xelkê Başûrê Kurdistan dizane ku ev nefta tê firotina ji bo Tirkiye ne di berjewendiyên Kurdan de ye. Di berjewendiyên dewletên cîrane. Ji bo wê yek dihate pêşbînîkirin ku Dadgeha Federal a Iraqê biryareke wiha bide. Diyar kir ku ew nefta ku Herêma Kurdistanê bi vî rengî derdixe, difiroşe; berî ziyanê bigihîne Iraqê zêdetir ziyanê dide Kurdistanê.”

‘BANGÎ BARZANÎ HATIYE KIRIN’

Li ser serdana Barzanî û Sûdanî jî Abdulxaliq axivî û wiha domand: “Serdana Sûdanî ya Fransa di wê baweriyê de me ku li dijî Tirkiyeyê be. Serdana Serokwezîrê Iraqê ya çûna Fransa û hemwextî wê serdana Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya çûna Tirkiye wateyên xwe yên cuda hene. Hevdîtina li Fransa wê zextê li Tirkiye bike. Eger ku ne şaş bim, li gorî peymana 50 salî ya neftê ya Tirkiye û herêma Kurdistanê ew e ku eger Iraq razî nebû, her zerer û ziyanek bigihêje Tirkiye wê ji Herêmê bê girtin.  Ev jî tê wê wateyê ku Tirkiye hewla wê yekê dide ku ew zerer û ziyan nêzîkî 26 milyar e bixe ser stûyê herêmê. Herêma Kurdistanê jî li ber Tirkiye pir lewaz e. Ji vê yekê fam dikin ku çima bang li Serokê Herêmê hatiye kirin. Li gorî min serdana Serokê Herêmê ya ji bo Tirkiye bangkirine, lê ya Serokwezîrê Iraqê jî serdane ji bo Fransa.”

‘NAKOKÎ KÛR IN, LI HEV DICIVIN JI BO LI HEV NEKIN!’

Çavdêrê Siyasî Mesûd Abdulxaliq li ser hevdîtin û nakokiyên navbera PDK û YNK’ê yê demê dawî û dîsa civîna wan a 28’ê mehê di asta rêveberiyê de pêk hat jî axivî û wiha pêde çû: “Em dizanin her du partî berjewendiyên hev esas digirin. Nakokiyên wan vê carê kûrtir e. Her yek aliyêdin tometbar dike. Nimûne; PDK dibêje; ‘YNK dahata herêma jêrdestê xwe radest nake, bê berpiryar e, destê wan di terorê de heye, bi dewleta Iraqê re zêdetir di nava têkiliyan de ne.’ YNK jî dibêje; ‘Partî tenê xwe dike desthilat, pirsa xwe bi kesê nake, dosyaya neftê dinixûmîne.’ Her wiha dibêje ku niha dadgeha federal dosya li ser wan vekiriye, dadgeha federal zêdetir berê xwe daye PDK’ê, di demeke wiha de dixwaze ku ceza li ser tê sepandin bêje ku li ser wan tevan e, lê dema di qezenca wan de be, dibêja na ji bo wan tenê ye. YNK dibêje; ‘Demeke ku PDK tengijiye, PDK dixwaze em destê xwe nêzî  wan bikin, lê em ê jî nêzî wan nekin.’ Nakokiyên navbera wan kûr e. Encama civînê ew bû ku civîn li ser civînê bikin. PDK û YNK li ser li hev kirine ku li hev nekin. 

‘HINEK AGAHDAR IN, HINEK JÎ NEŞAREZAYÊ RÊVEBERIYÊ NE, HINEK JÎ GUH NADINÊ PERE KOM DIKIN’

Li ser pirsa gelo PDK û YNK çiqas ji van metirsiyan agahdar e, Abdullxalq got: “Hinek agahdarin hinek jî ne pispor in di warê rêveberiyê de. Hinek jî guh nadin, ji bo wan zêdetir bawerî bi pere û komkirina dahatê girîng e. Tê bîra min dema referandûmê me ji bo wan gotin gelo xeterî heye, gotin; ‘qet xeterî nîne’, ewqa ha ji mijarê nebûn. 

‘EGER DESTEK EWLE Û BAWER HEBE WÊ HERÊMÊ BÊ BIRÊVEBIRIN Û PARASTIN’

Niha jî eger Herêma Kurdistanê tenezuliyê li gel Iraqê bike, ev yên li ser desthilatê dûr biketina ji desthilatê û xwe nêzî Iraqê bibe; ewqas ceza li ser herêma Kurdistanê nayê spandin. Eger destek ewle û bawer hebe, bikare herêmê birêve  bibe wê herêm paristî be.”

‘ALÎKARIYA HEV BIKIN, NEHEQIYÊ LI CIVAKA XWE NEKIN; YEKÎTÎ Û XIZMETA GELÊ XWE BIKIN’

Herî dawî Çavdêrê Siyasî Mesûd Ebdulxalq bang li hemû partî û aliyên siyasî yên çar parçeyên Kurdistanê kir û  got. “Di vê demê de pir girînge partî û saziyên her çar parçeyên Kurdistanê alîkariya hev bike.  Çawa dagirker nêzî hev bibin, tifaqî çêdikin, divê partiyên Kurdî jî nêzî hev bibin û ewqas neheqiyê li civaka xwe nekin, destê xwe bidin hev; hem yekîtiyekê çêbikin û hem jî xizmeta gelê xwe bikin.”