Şenyaşar: Wê hesabê vê zilmê ji we bê pirsîn

Malbata Şenyaşar a ku Nobeta Edaletê di bin baranê de domandin got, "Wê hesabê vê zilmê ji we bê pirsîn.”

Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an hevjîn û du kurên wê ji aliyê xizmên Parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve li navçeya Pirsûsê ya Rihayê hatin qetilkirin, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ku di heman êrîşê de birîndar bû, li ber edliyeya Rihayê ji 9'ê Adarê ve di Nobeta Edaletê de ye. Tevî baranê û hewaya sar jî malbatê nobeta xwe ya Edaletê di roja 693’an de domand. Dayik Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar ji malên xwe yên li navçeya Pirsûsê hatin li ber edliyeyê dest bi nobetê kirin.

Pankarta bi nivîsa "Ji malbata Şenyaşar re edalet" ku di 22'ê Cotmeha 2022'yan de ji aliyê zabiteyên Şaredariya Bajarê Mezin a AKP'ê ve ji malbatê hatibû girtin, li malbatê hat vegerandin. Ekîba zabiteyan a ku çû dikana xizmekî malbata Şenyaşar, pankarta ku 3 meh berê desteser kirine, bi daxwaza lêborînê vegerand. Malbatê jî di dema nobetê de pankarta ku ji aliyê zabiteyan ve hatibû vegerandin, vekirin.

Ferît Şenyaşar, anî ziman ku zabiteyên di bin rêveberiya AKP'ê de, bi xwestina lêborînê pankarta wan vegerandine û got:

"Wezîrê Edaletê derdikeve û dibêje ,' Edalet fermana Xwedê ye'. Eger edalet fermana Xwedê be, çima ev dayika ji 65 salî mezintir, ev 2 sal in li ber deriyê edliyeyê ye? Bêyî ku bêje havîn û zivistan e di nobetê de ye. Daxwaza dayê edalet e. Eger Wezîrê Edaletê Bekîr Bozdag behsa Xwedê bike, sibe axret heye, wê destê vê dayîkê li stûyê te be. Wê hesabê vê zilmê ji we bê pirsîn."

Malbat li ber deriyê edliyeyê nobeta xwe didomîne.