Şêniyên Mexmûrê: Divê em Kurd xwedî li mexdûrên erdhejê derkevin

Şêniyên Wargeha Penaberan a Mexmûrê têkildarî erdheja ku li Bakur û Rojavayê Kurdistanê qewimî daxuyaniyek da û got: “AKP-MHP bûye sedema bi deh hezaran kesan. Ji bo wê em Kurd divê xwedî li mexdûrên erdhejê derbikevin.

Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi daxuyaniyekî banga alîkariyê ji bo mexdûrên erdhêjê kirin. Daxuyanî li Saziya Malbatên Şehîdan, bi tevlîbûna bi dehan şêniyên wargehê û bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Daxuyanî ji aliyê Mamosta Seîd Çomlek ve hate dayîn.

Daxuyanî wiha ye:

“Beriya sê rojan erdhêjek çêbû û bi hezaran welatî di bin kavilan de man û jiyana xwe ji dest dan. Em sersaxiyê ji gelê xwe re dixwazin û şîfayê ji birîndaran re dixwazin. Êşa gelê me, êşa me ye. Em wek xelkê Mexmûrê bi hemû derfetên xwe ve, li gel mexdûrên xwe ne û em ê di her aliyê de bibin alîkar. Li kuderê be bila bibe, divê gelê me xwedî li mexdûran derbikeve û alîkariyan bişîne. Dem dema xwedî li hevdû derketinê ye.

DESTHILATDARIYA AKP-MHP’Ê BI TI AWAYÎ NABE ALÎKAR

Em dizanin AKP-MHP bi ti şêwazê nabe alîkar û ji ber wan bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest dane. Ji bo wê em wek Kurd divê xwedî li mexdûrên xwe yên Bakur, Tirkiye, Rojava û Sûriyê derbikevin. Heta niha jî bi deh hezaran kes dibin kavilan de ne û ti alîkarî ji wan re neçûye. Dem dema xwedî derketinê ye û em ê wek Mexmûr di her hêlê de piştgiriya gelê xwe bikin û bibin alîkar.”