Şengalî, Şemiyê wê bi merasîmeke girseyî were veşartin

Endamê Koordînasyona Civaka Êzîdî Zekî Şengalî ku bi suikasta dewleta Tirk a li ser Şengalê şehîd bûyî Şemiyê bi merasîmeke girseyî wê were veşartin.

Dewleta Tirk di salvegera komkujiya çeteyên DAÎŞ’ê ya bi ser gundê Koço ya Şengalê de, 15’ê Tebaxê bi balafirên şer suîkast kir. Di êrîşê de Endamê Koordînasyona Civaka Êzîdî Zekî Şengalî, ku bûbû hedef, şehîd bû. Ji bo Şengalî, roja Şemiyê wê merasîmeke girseyî were çêkirin.

Merasîma cenaze saet 15.00’an li Şengalê wê bibe. Merasîm bi konvoyeke wesayitan ji Xanesorê wê dest pê bike, piştre heta bi herêma Serdeşt a çiyayê Şengalê wê bidome. Her wiha girse ji bo ku cenaze bigire wê were gundê Kolka. Darbesta Şengalî wê li ser milan were hilgirtin û heta bi ‘Goristana Şehîd Dilgel û Şehîd Berxwedan’ bimeşin. Piştre jî cenazeyê Şengalî wê were veşartin.

Endamên malbata Şengalî jî wê tevlî merasîmê bibin. Piştî merasîmê tê payin ku li Celle ya Elmanya ku malbata Şengalî lê dijî 25’ê Tebaxê merasîmek were çêkirin.