Şehîdên Helepçeyê hatin bibîranîn

Li gelek bajar û navçeyên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê şehîdên Helepçeyê û yên qirkirina Beyazitê hatin bibîranîn. Di bibîranînan de hate diyarkirin ku ferasetên qirker têk diçin û gelê Kurd jî bi ser dikevin.

CIZÎR, HEZEX, SILOPÎ Û ELKÊ

Li navenda Şirnex û navçeyên wê Cizîr, Hezex, Silopî û Elkê bi dayîna daxuyaniyên çapemeniyê Qetlîama Helepçeyê hat şermezarkirin. Rêxistina HDP’a Şirnexê li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist û Hevserokê DBP’a Şirnexê bi daxuyaniyê komkujî şermezar kir.

Rêxistinên HDP’ê û DBP’ê yên navçeyên Cizîr, Silopî, Hezexê û Elkê bi civîn û daxuyaniyên çapemeniyê komkujî şermezar kirin. Rêveberên HDP’ê gotin ew ê komkujiya Helebçeyê ji bîr nekin.

ERZIROM Û WAN

Rêxistinên HDP'ê û DBP'ê yên navçeya Xinûsê ya Erziromê, li navçeya Erdîş û Şaxê yên Wanê komkujiya Helepçeyê şermezar kirin. Li Erdîşê bi beşdariya Parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Ahmet Şik bernameyek bîranîna Helepçeyê hat lidarxistin û komkujî hat şermezarkirin.

EDENE

Rêxistina HDP'ê ya Edeneyê jî ji bo şermezarkirina Komkujiya Helepçe û Beyazitê li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Rêveberên HDP'ê û DBP'ê û gelek kes beşdarî civînê bûn. Hevseroka HDP'a Edeneyê Gulseren Tural daxuyanî da û diyar kir ku wê tu komkujî nikaribin têkoşîna azadiya Kurd û Kurdistanê asteng bikin û têkoşîna wan a azadiyê dewam dike. Tural bal kişand ser vî tiştî ku ew ê rûpelên dîrokî yên tarî ber bi ronahiyê ve bibin.

HATAY

Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Îskenderûnê jî bi civînek çapemeniyê ya li avahiya xwe Komkujiya Helepçe û Beyazitê şermezar kirin. Hevserokê HDP'a Îskenderûnê Ahmet Çahan got “Wê bi komkujî û şîddetê tu kes nikaribe têkoşîna demokrasî û edaletê bide sekinandin.”   

MELETÎ

Rêxistinên HDP û DBP'ê yên Meletiyê jî bi dayîna daxuyaniyek hevpar Komkujiyên Helepçe û Beyazitê şermezar kirin. Civîna li avahiya HDP'a Meletiyê pêk hat û Hevserokê HDP'ê yê Meletiyê Kemal Gedîk daxuyanî xwend û got diyar kir ku ew ê komkujiyên li axa wan pêk hatine ronî bikin û li dijî zînhiyetên qetliyamger têkoşîna xwe berdewam bikin .

ENQERE

Rêxistina HDP'ê ya Enqereyê jî li avahiya partiya xwe têkildarî Komkujiya Helepçeyê civîna çapemeniyê li dar xist. Metna daxuyaniyê Hevserokê HDP'a Enqereyê Huseyîn Gevher xwend. Gevher da zanîn ku navê Sadamê fermana komkujiyê da wek qirker tê zanîn û ew ê hesabê komkujiyan bipirsin.

MÊRSÎN

Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Akdenîza Mêrsînê jî bi rasthatina Komkujiya Helepçe û Beyazitê li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist û komkujî şermezar kir. Hevserokê HDP'a Akdenîzê Abdulselam Kûtlû û Hevserokê Rêxistina HDP'a Mêrsînê Mustafa Işik komkujî şermezar kirin.