Şehîdên Helepçe hatin bibîranîn

Ji bo bîranîna Komkujiya Helepçe bi hezaran kes hatin ba hev. Di bîranînê de berpirsê komkujiyê kujerê Kurdan Seddam Huseyîn hate lenetkirin.

Xelkê Helepçe ji saetên sibê ve cil û bergên reş li xwe kirin û ber bi abîdeya qirker û muzeya wê ve kom bûn. Ji bo bîranîna şehîdan ji Silêmanî, Ranya, Qeladiz, Şarbajar, Şarezor, Hewlêr û Behdînan dîsa gelek deveran bi hezaran kestibûn ser rê û li Helebçe li hev kom bûn. Gelê li pêşiya abîdeya qirker û muzeyê kom bûn, serdana muzeya ku bûyera komkujiya Helebçe û wêneyên qûrbaniyên Helebçe li xwe digire kirin.

BENÊ DARVEKIRINÊ YÊ ELIYÊ KÎMEYSAL LI MUZEYÊ YE

Eliyê Kîmyesal ê bi navê Elî Hasan Mecîd ê bi qasî Seddam Huseyîn ji bikaranîna çeka kîmyawî ya li Helepçeyê berpirs e, di sala 2003’an de hate darvekirin. Benê ku Eliyê Kîmyesal pê hate darvekirin, anîn muzeyên û li muzeyê hate bicihkirin.

JIYAN RAWESTIYA

Gel li pêşiya abîdeyê kom bûn, di dema derbasbûna muzeyê de saet 11:00’an rêzgirtin destpê kir. Bi qasî 2 deqeyan jiyan li Heleçeyê rawestiya û piştre merasîm destpê kir. Di dema rêzgirtinê de ji helîkopteran gul ji bo gel hate berdan.

HÊRSA GEL DI ASTA HERÎ JOR DE YE

Rondikên kesên ku xizmên xwe winda kirine herikîn. Hinek welatiyên Helepçeyê gotin: “Ya me hêrs dike hê jî Qirkirina Heleçe ne weke qirkirin, weke encama şerê di navbera Îran-Îraqê de pêk hatiye tê pênasekirin.”

Piştî merasîma fermî û şûnde, çelekg li abîdeya şehîdgehê hate danîn.