Şehadeta Mam Zekî wê bibe misogeriya Êzîdxana Xweser

Kengî Êzidî li Êzîdxanê bi rengekî azad û xweser jiyan, wê wextê wê PDK û Iraq li pêşberî dîrokê û mirovahiyê hinekî xwe pak û efû bikin.

Dewleta Tirk a ku di qirkirina Kurdan de israr dike, careke din nîşan da bê dewleteke çawa ya li dijî mirovahiyê, li dijî exlaq û wijdanê ye. Bi êrîşa hewayî ya li Şengalê re Mam Zekî yê Êzidiyan şehîd xist. Bi vî awayî nîşan da ku xwedî zîhniyeta DAÎŞ'ê ye. Êzidî li Şengalê ji bo jiyana azad û demokratîk têdikoşin. Tirkiye ku li Rojhilata Navîn bûye çavkanî û navenda paşverûtiya li Rojhilata Navîn, êrîş bir ser Êzidiyan û jiyana wan a xweser ku pîvana wijdana mirovahiyê ye. Rêberekî Êzidiyan ku di têkoşîna jiyana xweser û parastina hebûna Êzidiyan de xwedî keda herî zêde ye, şehîd xist. Ev yek nîşaneya berbiçav a polîtîkaya dewleta Tirk e ku dijminatiyê li Kurdan dike û Êzidiyan qir dike.

Li dijî baweriyeke herî qedîm a cîhanê ku 74 caran ferman lê rabûye, niha jî êrîş tê kirin. Ev yek jî radixe pêş çavan bê mirov çiqasî bê wijdan û bê exlaq bûne. Ya rast êrîşa li dijî Şengalê derba dawî ye ku li nirx, exlaq û wijdanê mirovahiyê hatiye xistin. Li cîhaneke wiha, bi her awayî metirsiya zilm, zext û qirkirinê li ser mirovan heye.

Gelo Tirkiye xwe çi dihesibîne ku dibêje 'ez ê êrîşî filan û bêvan cihî bikim'. Êrîşî cihekî dike kud ikare bibe xeta xelaqî û wijdanî ya cîhanê. Gelo Tirkiye xwediyê cîhanê ye, serserî ye, qubede ye, kûçikê bê ben e ku ji xwe re maf dibîne êrîşî her cihî bike. Kîjan berjewendî rê dide vê êrîşa dewleta Tirk. Gelo cîhan tev mîna dewleta Tirk dixwaze Kurd û Êzidî werin qirkirin? Û ji bo vê dewleta Tirk bi kar tîne? Pêwîste Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropa, Yekîtiya Ereban, hevalbendê stratejîk ê Tirkiyeyê û hevkarê wê yê li NATO'yê DYA bersiva van pirsan bidin. Her wiha divê Rûsya bide ku li Efrînê şirîkê sûcên dewleta Tirk e.

Tevî ku Tirkiye dewleta herî bi krîz, herî sûcdar a vê cîhanê ye, çawa dikare dengê xwe li derdorê bike. Heta ku dewleteke wiha gemarî û sûcdar hebe û hesab jê neyê pirsîn, gelo wê aştî û aramî çawa li cîhanê serdest bibe. Aktorê bingehîn ê ku li cîhanê gefê li aştî û aramiyê dixwe, Tirkiye ye. Dewleta Tirk zextê li her kesî dike ku li gorî berjewendiyên wê tevbigere. Heta ku pêşî li vê helwesta dewleta Tirk neyê girtin, wê aramî çawa bê Tirkiyeyê? Tirkiye ew welat e ku gefê li aştî û aramiya li Rojhilata Navîn û Ewropayê dixwe. Gefê li aştî û aramiya tevahiya cîhanê dixwe.

Eger hinekî exlaq û wijdan mabe, êrîşa li dijî Şengalê û Êzidiya ku divê xeta sor a gelên cîhanê be, lazim e sebra mirovan êdî bifûrîne. Eer cîhan li pêşberî vê êrîşê bêdeng dimîne, hingî xwe diqedîne. Ev derba dawî ku dewleta Tirk li exlaq û wijdanê xistiye, derba dawî ye ku li tevahiya mirovahiyê xistiye. Eger ev yek jî wê Tirkiyeyê ji bo tevahiya mirovahiyê neke pirsgirêk, wê çaxê wê çi bike pirsgirêk?

Gelo Êzidî bi çi awayî li şehîdxistina Mam Zekiyê xwe dinerin? Beriya her tiştî dibînin ku li vê cîhanê exlaq, wijdan û mirovahî nemaye û di nava tirs û hêrseke mezin de ne. Dibe ku vê cînayetê hêrsa Êzidiyan derxistibe asta herî bilind. Bi vê cînayetê re pê hesiya ye ku qirkirin li ser wan tê ferzkirin; lewma îradeyeke mezin a berxwedanê danîne holê. Êdî hemû Êzidî wê bibin Derwêşê Evdî. Wê hemû Êzidî bibin Mam Zekî. Ji bo neyên qirkirin wê li ber xwe bidin û rêveberiya wan wê teqez bi ser bikeve. Şehîdxistina Mam Zekî bi êrîşeke wiha xayin, ji bo Êzidiyan bûye soza mutleq a xweseriyê. Şehadeta Mam Zekî ji bo serketina jiyana demokratîk û azad a Êzidiyan wê bibe wesîleya hişyariyeke mezin. Xwedîderketina Mam Zekî li Mam Zekî ev rastî derxistiye holê. Ji niha û pê ve ya wê azadî bi ser bikeve û hebûna xwe biparêzin. Ya jî li hemberî van êrîşan wê di nava modernîteya kapîtalîst de tine bibin. Lê belê Êzidiyan soza hebûn û azadbûnê dane Mam Zekiyê xwe.

Iraq, PDK û DYA ji vê komkujiyê berpirsyar in. PDK û Iraq li şûna ku rabe û rûnê û her roj hezar carî lêborînê ji Êzidiyan bixwazin, bi bêdengiya li pêşberî van êrîşên dewleta Tirk, sûcên ku 3'ê Tebaxê li hemberî Êzidiyan kirin, girantir dikin. Kê nehişt ku PDK û Iraq ji ber sûcê xwe yê li hemberî Êzidiyan bê rûmet û sûcdar bibin? Gerîla û Mam Zekî PDK û Iraq ji vê şermê rizgar kirin. PDK û Iraq li şûna ku hesab bidin Êzidiyan, li şûna ku hezaran carî spasiya Mam Zekî û hevalên wî bikin, destûr dan êrîşa li dijî Şengalê, li dijî êrîşê nesekinîn û bûn şirîkê sûcê dewleta Tirk. Ev yek bê exlaqî û bê wijdaniya herî mezin e.

Kengî Êzidî li Êzîdxanê bi rengekî azad û xweser jiyan, wê wextê wê PDK û Iraq li pêşberî dîrokê û mirovahiyê hinekî xwe pak û efû bikin. Ji bilî vê yekê, daxwaza Iraqê ya jî PDK'ê ya ji bo serdestiya li Şengalê û bikaranîna dewleta Tirk weke çoyekî li ser serê Êzidiyan, bi gotina herî sivik, helwesta herî bê wijdan û bê exlaq a li cîhanê ye. Pêwîste Iraq û PDK êdî destên xwe ji Êzidiyan vekişînin. Rizgariya ji wan wê ji bo Êzidiyan bibe avakirina jiyana xweser, xwerêveberî û xweparastinê. Şehadeta Mam Zekî wê teqez vê yekê pêk bîne.

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA