Şandeya navneteweyî ya li dijî Tecrîdê serdanên xwe didomîne

Şandeya Navneteweyî ya li Dijî Tecrîdê li Amedê di serdanê de destnîşan kir ku ew dikarin organîzasyonekê ji bo piştevaniyê ava bikin.

Delegasyona Navneteweyî ya li Dijî Tecrîdê ku ji 36 endamên ji 7 welatan pêk tê, di çarçoveya serdanên li Amedê de ewil bi Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) re civiyan. Delegasyona ji 12 kesan pêk dihat têkildarî tecrîd û mafên bingehîn yên girtîgehan agahî sitendin. Di civînê de mijara çekên kîmyevî jî hat nîqaşkirin.

Hevserokê OHD’ê Bunyamîn Şeker dest nîşan kir ku ew ser gelek mijaran xebatan dikin. Şeker bi domdarî wiha got: “Her wiha kesên ku dengê wan nehatine bihîstin, mafên jinan, dozên civakî, îşkenceya li girtîgehan, rewşa şer jî mijarên xebatên me ne. Niha li gelek bajarên Kurdistanê qedexeya çalakiyan hene. Gelek jinên aktivîst tên darizandin û girtin. Xebatek me jî li ser zimanê kurdî ye. Zimanê kurdî li gelek qadan qedexe ye. Gelek hewldanên me hene ji bo ku zimanê kurdî bibe zimanê fermî. Lê ji aliyê dewletê ve hewldanên me bê bersiv dimînin.”

Hevseroka OHD’ê Ozum Vûrgûn jî, bal kişand li ser tecrîd, bi kar anîna çekên kîmyevî û wiha got: “Çekên kîmyevî li hember endamên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) tên bikaranîn. Bi gelek dîmenan jî ev yek hatiye destnîşankirin. Tecrîda li ser Rêberê PKK’ê berdewam dike. Mafên xwe yên herî bingehîn jî nikarin bi kar bînin. Ev yeke li dijî mafên hiqûqî ne. Her wiha bi gelek polîtîkayan gel neçarî penaberiyê tê kirin. Li çiyayên Kurdistanê bi awayekî hovane ekolojî tê talankirin.”

Endamên OHD’ê Firat Taşkin û Mûhîttîn Mûgûç jî têkildarî binpêkirinên li girtîgehan pêk tên axivîn û bal kişandin li ser zehmetiya malbatên ku zarokên wan jiyana xwe ji dest dane dijîn. Hat destnîşankirin ku mafên cenaze girtinê û veşartinê gelek caran tê binpêkirin. Her wiha di siberojê de ji bo piştevaniyê malbatan qala organîzasyonekê hat kirin.

Piştî OHD’ê, delegasyonê serdana Komeleya Jinan a Rosayê kir. Li vê derê zehmetiyên ku jinên kurd û jinên li Tirkiyeyê dikişînin hat nîqaşkirin.

Seroka Komeleya Jinan a Rosayê Adalet Kaya bal kişand ser şerê taybet û wiha pê de çû: “Em pêkhateyeke Tevgera Jinên Azad (TJA) in. Di destpêkê de heta niha em li dijî tundiya li dijî jinan xebatan dikin. Taybetî jî bi rewşa şer re tundiyê dest pê kir. Ev deh sal in em pêkûtiyên pergala yekperest dibînin. Di nava van pêkûtiyan de tundiya li dijî jin û zarokan jî gelek e. Taybetî jî li bajarên kurdan, jinên kurdan rastî gelek aliyên tundiyê tên. Ev tev encamên şerê taybet e. Em vî şerê taybet jî bi tecrîdê ve pênase dikin. Ji bo ku civakê ji polîtîkbûyînê dûr bixin, polîtîkayên derûnî didin meşandin. Pêvajoya jinên kurd bihêz bin, em dibînin ku tundî gelek kêm dibe. Lê niha em dibînin ku tundiya girêdayî dewletê pir bûye. Şerekî derûnî tê meşandin. Li kolanan jin neçarî fihûşê, zarok jî neçarê tiryakê tên kirin. ”

Kaya, di çarçoveya pirsa “Gihiştina jinên kurd yên mekanîzmayên dewletê yên li dijî tundiyê çi ye” ev bersiv da: “Pêvajoya ‘rewşa awarte’ û qeyûman ji holê rakirina rêxistinên civakî yên sivîl in. Tevgera jinên kurd di vê pêvajoyê de jî ne sekinî û xebatên xwe berdewam kir. Ev 5 salên dawiyê jî em bi awayekî fermî xebatên xwe dimeşînin. Roja me dest bi xebatên xwe kirî heta niha em rastî tacîza darizandinê tên. Beriya qeyûman mekanîzmayên me hebûn û ew der cihên ku me feraseta xwe dida jiyandin bû. Niha gelek jinên kurd naxwazin biçin stargehên şaredariyên ku bi qeyûman tên birêvebirin.”

Serdan bi pirs û bersivan bi dawî bû.

Her wiha serdanên delegasyonê yên bajêr berdewam dikin. Delegasyon dê nava rojê de serdana Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bike û piştre jî dê bi partiyên Kurdistanî re hevdîtinekê bikin.