Êrîşên artêşa Tirk dewam dikin, gerîlayan dagirkerek ceza kirin

HPG'ê diyar kir ku ji dagirkerên dixwestin li Zapê bi cih bibin yek jê hatiye cezakirin. Hate ragihandin ku artêşa Tirk 5 caran bi teqemeniyên qdexekirî û gazên kîmyewî êrîş bir ser Herêmên Parastinê yên Medyayê.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî çalakiyên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê û êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên navbera 15-19'ê Kanûnê daxuyaniyek da.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

"Li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl

15'ê Kanûnê saet di 12:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.

15'ê Kanûnê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên nîv otomatîk li sîstemeke radarê ya dagirkeran hate xistin. Piştî vê derbê sîstema radarê hate rakirin.

16'ê Kanûnê saet di 12:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran derb li çepereke dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

19'ê Kanûnê saet di 15:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên nîv otomatîk dest li dagirkeran hate werdan, liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin.

15'ê Kanûnê saet di 04:25'an de li Qada Berxwedanê ya Girê mediyê bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin ku hewl didan bikevin çeperê. Di encamê de liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

16'ê Kanûnê saet di 11:40'î û 14:15'an de li Qada Berxxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên nîv otomatîk li çepereke dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yê YJA Starê ve hate kirin.

19'ê Kanûnê saet di 08:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê li hemberî dagirkerên ku dixwestin bi kepçeyan li qadê bi cih bibin, bi sûîqestê çalakiyek hate kirin. Di encamê de dagirkerek hate cezakirin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

Li herêma Xakurkê

18'ê Kanûnê saet di 20:30'î de li qada Geliyê Lolanê hêzên me dest li liv û tevgera helîkopteran werdan. Piştî vê destwerdanê helîkopter neçar man ji qadê biçin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî, gazên kîmyewî û droneyên bombebarkirî

18'ê Kanûnê li herêma Metînayê çeperên me yên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê 2 caran bi teqemeniyên qedexekirî û gazên kîmyewî hatin bombekirin. Dûyê ji gazên kîmyewî bilind bû bi rengê spî bû.

15'ê Kanûnê li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl çeperên me yên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê 3 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker

18 û 19'ê Kanûnê li herêma Garê Girê Zengilê û Sêdarê 2 caran, li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl Qada Berxwedanê ya Girê Bahar 2 caran, li herêma Xakurkê Qada Şehîd Şerîf 2 caran, li herêma Zapê Qada Şehîd Îbrahîm carekê; bi giştî 7 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

Herêmên Zap, Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, Metîna û Xakurkê bi topan hatin bombekirin."