Çapemeniya Azad a Jinên Rojava Nûjiyan Erhan bi bîr anî

Çapemeniya Azad a Jinên Rojava nûçegihan Nûjiyan Erhan di salvegera duyemîn a şehadeta wê de bi bîr anî.

Saziya Çapemeniya Azad a Jinên Rojavayê Kurdistanê ji ber salvegera duyemîn a şehadeta nûçegihan Nûjiyan Erhan daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin, Nûjiyan Erhan dema êrîşên PDK'ê yên li dijî civaka Êzidî ya li navçeya Xanesorê ya Şengalê dişopand bû hedefa êrîşa hêzên PDK'ê û şehîd bû.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Jiyan, têkoşîn û rengê hêviyên di çavê Nûjiyan ê de pêşengî rênîşanderiyê dike ku em ê îro û sibê çawan bijîn."

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku Nûjiyan Erhan (Tûba Akyilmaz) li navçeya Hîlwan a Rihayê çavê xwe li jiyanê vekiriye û hate gotin, "Girêdana wê ya azadiyê di bedena wê de hilnedihat, zû bi girîngiya cihê lê jidayik bû hesiya û di sala 2005'an de di nava mertalên zindî de berê xwe da çiyayên Kurdistanê."

Hate ragihandin ku piştî fermana 73'an ji bo pêçana birînên Êzidîxanê ji rojnamegerên destpêkê çuyî Şengalê bû û hate gotin, "Her mala ku diçûyê çîrokên wan bi hîskirina dîrokê bi îro re dikir yek û dinivîsî. Ji dûr ve li çîrokên jiyanê mêze nekir, di her çîrokekê de xwe dît û bi çavên xwe yên biken şahidiya îxaneta li civaka Êzidî hate kirin, dikir. Zanî vegotina êş û kêfxweşiyên wan bike.

Bi vegotina îxaneta hêzên PDK'ê ku civaka Êzidî bê parastin li hemberî çeteyên DAÎŞ'ê hişt, hêrsa gel bilind kir. Ji ber wê jî di êrîşa 3'ê Adara 2017'an a ser Şengalê de Nûjiyan ji aliyê hêzên PDK'ê ve hedef hate girtin û giran birîndar bû.

Çapemeniya Azad a Jinên Rojavayê Kurdistanê bi bîr xist ku Nûjiyan Erhan 22'ê Adarê li Nexweşxaneya Hesekê ya Bakur Rojhilatê Sûriyeyê şehîd bû.

Daxuyaniyê wiha dewam kir:

"Bêguman dîrok emanetên rastiyê jî, ên îxanet kirin jî ji bîr nake. Rastiya yên li Dêra Zorê DAÎŞ di dîrokê de binax kirin û çirûska di çavê zarokên bi salane di destê çeteyan de êsîr mayîn, dema azadbûne pirsa destpêkê 'Tiştek bi Şengalê hatiye?' hinek ji heqîqeta Nûjiyan bawer kiriye. Ev pirs weke şeqamekê li rûyê îxanetkaran û tarîtiya cihê qatîlên Nuûiyan bibîr dixe.   

Di van rojan de hevalên Nûiyan carek din bûne parçeyek berxwedanê. Ji bo rakirina tecrîda ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berî niha çar mehan berxwedana ku ji aliyê Leyla Guven û Nasir Yagiz ve hate despêkirin, pêl bi pêl li çar aliyê Kurdistan û Ewropayê belav bûye. Bi pêşengiya grevên biçîbûnê li Kurdistanê dema berxwedanê diyar bûye. Ev dem êdî dema jin û gelan e.    

Di vê berxwedanê de li Ewropa ji yên destpêkê Gulistan Îke û ji Zindana Amedê Kibriye Evren cihê xwe girtin. Ev weke mînaka berbiçav a ku xebatkarên çapemeniya kurd a şerê heqîqetê tenê şahidiyê nakin bi xwe kevneşopiya bûyîna parçeyek ji berxwedanê berdewam dikin.   

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dibêje: 'Heqîqeta girêdana wê bi rastiyê re nebe, ji derveyî xwe xapandinê ne tiştek e'. Jinên Kurd ên rojnamevan bi hişmendiya azadiyê û bûyîna şervanên heqîqetê tevlîbûne. Ew tenê bi vegotinê ne di heman demê de weke parçeyek ji şerê azadiyê cih girtine. Bi pêşengiya Nûjiyan ên li peyî wê tên di rêya wê vekiriye de berdewam dikin.

Em; jinên çapemeniya azad ên Rojava ji doh heya îro, ji îro ber bi siberojê ve, di ferqa rolê xwe yê dîrokî de bihişmendiya giringiya heyînan, bi cîh û demê re di kesayeta Nûjiyan de hemû şehîdên xwe yên şerkerên heqîqetê bi rêzdarî bi bîr tînin.

Her wiha bi hişmendiya vê heqîqetê di kesayeta Gulistan û Kibriye de em vê vîna hezaran kesan a greva birçîbûnê ya pêl bi pêl fireh dibe û di Kurdistanê de li deriyên nû yên berxwedanê digerin silav dikin. Em dibêjin daxwazên wan daxwazên me ne. Em dibêjin em ê di vê rêyê de lêgera xwe ya heqîqetê bi biryardarî berdewam bikin."