Çamlibel ê girtî: Berxwedana me berxwedana mirovahiyê ye

Girtî Ûmût Çamlibel ê ku 89 roj in li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye, di hevdîtina heftane ya telefonê ku bi malbata xwe re axivî got; “Divê her kes xwedî li vê berxwedanê derbikeve. Heta ku tecrîd ne rabe çalakî wê bidome.”

Ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan girtiyên li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê di çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger de ne. Yek ji van girtiyan Ûmût Çamlibel ê li Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 1 ya Kandirayê ye ku 89 roj in di greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger de ye. Çamlibel di hevdîtina heftane ya telefonê bi malbata xwe re hevdîtin kir û têkildarî çalakiyê agahî da. Çamlibel diyar kir ku daxwazên wan neyê qebûl kirin dev ji çalakiyê bernadin.

‘BEDELA WÊ ÇI DIBE BILA BIBE...’

Malbata Çamlibel hevdîtina telefonê qeyd kir û girtî Ûmût Çamlibel wiha dibêje; “Berxwedana me bi biryardarî û bi îradeyekî bihêz didome. Coş û moralê min û hemû hevalan baş e. Daxwaza me ya rakirina tecrîdê heta pêk neyê em dev ji çalakiyê bernadin. Bi moralekî mezin em vê çalakiyê dikin. Ji bo wê bedela wê çi dibe bila bibe em ê wî bedelî bidin. Bila tu gumanên kesê ji vê nebe. Bila dost û dijmin baş bizanin ku gelê me tu caran tecrîd qebûl nekiriye û ji niha şunde jî qebûl nakin. Em ê bi teqez di vê berxwedanê der serbikevin. Ji ber ku em mafdar in û em hêza xwe ji gelê xwe digrin.”

‘DIVÊ HER KES XWEDÎ LI RÛMETA XWE DERBIKEVE’

Çamlibel bi domdarî got, ji bo serketinê divê gelê Kurd xwedî li berxwedanê derbikeve û wiha domand; “Divê hemû pêkhateyên demokratîk û sosyalîst deng bidin vî dengê berxwedanê. Dîsan hêzên şoreşger divê li dora vê berxwedanê bin û li cem gel bin. Divê ev berxwedan bê geş kirin. Ji ber ku berxwedana me berxwedana parastina mirovahiyê ye. Divê her kes xwedî li rûmeta xwe derbikeve. Em ê heta dawiyê berxwedana xwe bidomînin. Heta ku tecrîd neyê şikandin em gav paşve navêjin.”