Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê di roja 50’emîn de didome

Çalakiya nobetê ya ku li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin di roja xwe ya 50’emîn de didome.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) çalakiya nobetê ya ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di 10’ê Kanûna 2022’an de hatibû destpêkirin, di roja 50’emîn de berxwedewam kir. Çalakî ji aliyê koma nû ve hat dewrgirtin.

Koma nû piştî deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê dest bi çalakiya nobetê kirin. Li ser navê koma nû Fadîle Pîran axivî.

Fadîle Pîran diyar kir ku ew çalakiya nobetê ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd dane destpêkirin û destnîşan kir ku heta negihîjin armanca xwe wê çalakiyên wan bidome. Pîran got: “Rêbertî ji bo me her tişt kir, em jî bo azadiya Rêbertê xwe her tim li ser lingan bin. Her ferdek yê civakê divê tişta dikeve ser milê wê/î di vê pêvajoyê de pêkbîne. Emê heta dawî girêdayî fikrê Rêbertî, şehîd û doza xwe bin. Emê bi têkoşîna xwe teqez bi serbikevin.”

Çalakî bi dirûşmeyên ‘Bê Serok jiyan nabe’ û ‘Jin jiyan azadî’ bi dawî bû.