'15'ê Tebaxê ji nû ve vejîn e'

Gerîlayên li herêma Zagrosê gotin, têkoşîna çekdarî ya bi 15'ê Tebaxa 1984'an re dest pê kir, bi ruhê Egîd û Zîlanan îro mezintir bûye û diyar kirin, 15'ê Tebaxê ji nû ve vejîn e.

Di salvegera 34'an a Pêngava 15'ê Tebaxê de ku ji aliyê gelê Kurd ve weke 'Cejna Vejînê' tê binavkirin, gerîlayên li herêma Zagrosê têdikoşin ji ANF'ê re axivîn.

'15'Ê TEBAXÊ JI BO GELÊ ME TÊ WATEYA AZADIYÊ'

Gerîla Bawer Serdeşt diyar kir ku bi çalakiya 15'ê Tebaxê de bi pêşengiya Mahsûm Korkmaz di nava tevgera PKK'ê de xetek hate afirandin û got, "Rêbaza leşkerî ya serketî bû rêbaza Mahsûm Korkmaz. Ruhê hevrêtî, şoreşgerî û milîtaniyê di nava vê rêbazê de derkete asta herî bilind. Îro jî dibêjin 'Em ê PKK'ê biqedînin'. PKK partiyeke ku xwe bi pêngavan timî nû dike. Em ê jî bi heman ruhî xwedî li keda şehîdên xwe derkevin.

Yên ku em gihandin vê astê û serdemê şehîdên me ne. 15'ê Tebaxê ji bo gelê me tê wateyeke gelekî mezin. 15'ê Tebaxê ji bo gelê me tê wateya hebûneke nû, nasname û azadiyê. 15'ê Tebaxê ji nû ve vejîn e."

'DEWLETA TIRK JI ALIYÊ LEŞKERÎ Û ABORÎ VE LI BER QEDANDINÊ YE'

Ahmet Farqîn jî di destpêka axaftina xwe de 15'ê Tebaxê Cejna Vejînê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û li her kesî pîroz kir. Farqîn got, "Tevgera me hîn jî bi ruhê fermandarê mezin hevrê Egîd tevdigere. Dijminê ku îdîa dike ku 'me qedandiye', divê vê rastiyê bibîne; nikare ti carî me biqedîne. Berevajî, dijmin bi xwe ji aliyê aborî û leşkerî ve li ber qedandinê ye."

Ahmet Farqîn destnîşan kir ku ne ji teknîkê be dewleta Tirk nikare şer bike û wiha dewam kir: "Ne diyar e bê dewletên kapîtalîst heta kengî destekê bide wan. Ji ber ku êdî berjewendiyên xwe nemane. Dewleta Tirk bi her awayî êrîşên faşîst dike. Çawa ku 15'ê Tebaxê roja destpêkê bi xurtî dest pê kir, îro jî bi heman awayî dewam dike. Ruhê 15'ê Tebaxa 1984'an niha li çiyê ye û mîna horsekî li serê mêtingeriyê dikeve."

'GERÎLAYÊN KURDISTANÊ LI HER DERÊ NE'

Zindan Bihar da xuyakirin, têkoşîna ku fermandar Egîd berî 34 salan dest pê kir, sala 2018'an hîn jî dewam dike û got, "Gerîlayên Kurdistanê niha li dijî mêtingeriya dewleta Tirk xurtir bûne. Têkoşîn bi ruhê Egîd û Zîlanan niha mezintir û xurtir dibe.

Em cejna 15'ê Tebaxê li gelê xwe pîroz dikin. Têkoşîna me îro li Rojava, li çiyê û li her cihî mezin dibe. Gerîlayên azadiya Kurdistanê li her derê ne. Bila dilê gelê me rehet be. Ruhê 15'ê Tebaxê ruhê serketinê ye û ewladên vî gelî hîn jî bi heman ruhî li çiyê têdikoşin."