15’ê Tebaxê bi coşeke mezin li Mexmûrê hate pîrozkirin

 Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) 35’emîn salvegera 15’ê Tebaxê bi coşek mezin hate pîrozkirin.

Bi tevlîbûna sedan welatiyan li Navenda Çand û Hunera Mexmûrê (NÇHM) ji bo 35’emîn pîrozbahiya 15’ê Tebaxê şahîyek bi heybet hate lidarxistin. Qada şahiyê bi alayên PKK, HPG, YJA Star, YPG, YPJ’ê û pankartên bi nivîsên ‘15’ê Tebaxê pîroz be’, ‘Bi ruhê 15’ê Tebaxê ber bi berxwedana vejînê’, ‘15’ê Tebaxê ruh û Berxwedana Tekoşîna Azadiyê ye’ û ‘15’ê Tebaxê roja vejînê’ hatibûn xemilandin. Her wiha posterên Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan, siyasetmendara kurd Sakîne Cansiz, Fermandarê Efsanewî Egîd, Rûstem Cûdî, Şîlan Kobanê, Delal Amed, Avesta Xabûr hatibûn bilindkirin. Pîrozbahiyê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Di dema rêzgirtinê de li ber dengê tililiyên dayîkan û dirûşmeyan guleyên hewayî hatin teqandin.

LI DIHÊ Û ŞEMZÎNANÊ HÊVIYA AZADIYÊ ŞÎN BÛ

Destpêka pîrozbahiyê Hevseroka Meclîsa Gel a Mexmûrê Fîlîz Bûdak axivî. Filiz di serî de gel silav kir û got: “Em destpêkê cejna Rêberê xwe yê bi fikira wî tekoşîn hatî despêkirin û mezin kirin pîroz dikin. Dema ku gelê Kurd ketibû rewşa tinebûnê li Dihê û Şemzdînan hêviyên azadiyê şîn bûn. Niha jî dewleta dagirker êrîşî ser Başûrê Kurdistanê dike. Lê di serî de gelê başûr li her derê gel li hember derdikevin û bi çalakiyan nerazîbûnên xwe nîşan didin. Hêzên Parastina Gel (HPG) jî li her deverê bi giyana Fermandarê Efsaneyî Egîd di nava çalakiyan de ne û serkeftinên mezin bi dest dixin. Niha di nava çalakiyên gerîla de bi hezaran Egîd bi giyana fedayî şer dikin. Em ê bi giyana 15’ê Tebaxê bi ser kevin.”

Piştî axaftina Bûdak peyama Hevserokê Konseya Rêveber ya KCK’ê Cemil Bayik ya ku têkildarî wargehê şandibû hate nişandan.

GAVA YEKEMÎN LI AXA WE BOTANÊ HATE AVÊTIN

Bayik di peyama xwe de cejna vejînê ya 15’e Tebaxê li gel pîroz kir û got: “ Yek ji gava yekem a pêngava me hatî avêtin li Botanê bû. Ji bo vê bi taybet divê gelê me yê Mexmûrê bi ruhê 15’ê Tebaxê tevbigere. We gelek berdêlên mezin û bi nirx dane. Ji bo wê divê ji her derê zêdetir hûn xwedî li tevger û şehîdên xwe derbikevin.”

Her wiha Bayik bal kişand ser rola ciwanên wargehê û ev tişt got: “Divê ciwanên wargehê bi ruhê 15’ê Tebaxê xwedî li xeta azadiyê derbikeve. Ji bo vê divê ji her demê bêhtir bikeve nava tevgerê û li ser şopa Egîdan bimeşin. Eger îro em bikarin serketinê mezin bi dest dixin ev bi saya ciwanên fedayî ne.”

Di dawiyê de Bayik cejna vejîna Kurdan li hemû Kurdistaniyên li çar parçeyên Kurdistan û hemû gelan pîroz kirin.

Bi dawîbûna peyama Bayik re bê navber dırûşmên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok jiyan nabe’ û ‘Şehîd namirin’ hatin qîrkirin.

Piştî peyama Hevserokê Konseya Rêveber ya KCK’ê Cemil Bayik û şûnde Koma Zagros derket ser dikê bi stranên xwe gel coşandin.

Dîsa di dewama bernameyê de koma şanoyê ya NÇHM’ê ji bo wate û girîngiya ruhê rojê şano pêşan dan.

Her wiha Hunermend Hesen Dêrikî di pîrozbahiya 15’ê Tebaxê de derket ser dikê û bi stranên xwe gel coşand û ciwanan li ber dengê sitranên Dêrikê yên gelerî govend gerandin.

Bernameya pîrozbahiyê bi dirûşmên ‘Biji Serok Apo’, ‘Bê Serok jiyan nabe’ û ‘Şehîd Namirin’ bi dawî bû.