YPJ: Em ê bi ruhê Newrozê Efrînê rizgar bikin

Di daxuyaniya YPJ'ê de hate ragihandin ku bersiva wan a ji bo gel û bîranîna şehîdan wê rizgarkirina Efrînê be û hate gotin, "Em soz didin gelê xwe, gelê Efrînê ku heta em her bihosteke xaka Efrînê rizgar nekin, wê têkoşîna me bidome."

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) ji ber salvegera dagirkirina Efrînê daxuyaniyeke nivîskî weşand û di şexsê şehîdên Berxwedana Serdemê de şehîdên şoreşa Bakurê Sûriyeyê hemû bi rêzdarî bi bîr anî û soza hilanîna tola wan da.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, dewleta Tirk bi hevkariya hêzên navneteweyî êrîşî Efrînê kir û xwest plana qirkirinê, guhertina demografiyê bixe meriyetê.

Fermandariya YPJ'ê diyar kir, li dijî vê plana ku ji bo tinekirina şoreşa gelên Sûriyeyê hate amadekirin, gelê Efrînê û tevahiya Bakurê Sûriyeyê li eniyên berxwedanê cih girtin û nerazîbûneke mezin nîşanî dagirkeran dan.

Fermandariyê da xuyakirin ku plana dewleta Tirk a ji bo dagirkirinê hîn jî dewam dike, ev yek metirsiyeke mezin e li ser aramiya gelên herêmê û wiha bi mijarê daket: "Li dijî vê hişmendiya Tirkîtî û xeyalên Osmanî, yenake rê; hevgirtina gelan li ser prensîbên demokratîk û avakirina neteweya demokratîk e. Newroz di dema xwe de bi hişmendiya yekîtiya gelan bûye Newroz. Ji bo pêkhatina hevgirtina gelan û yekîtiya jinên Rojhilata Navîn a li dijî dagirkeriyê, îsal ji her demê bêhtir guncwa e."

Fermandariya Giştî ya YPJ'ê bal kişand ser têkçûna çeteyên DAÎŞ'ê û destnîşan kir, çeteyên ku dewleta Tirk desteka mezin dida wan kom bi kom xwe radestî hêzên wan dikin û hinek ji wan jî têkiliya xwe ya bi dewleta Tirkiyeyê re bi vekirî eşkere dikin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, Efrîn ji aliyê cografîk ve hatibe dagirkirin jî dewleta Tirk nekarî şervan û gelê Efrînê teslîm bigire û hate gotin, gelê Efrînê bi heman ruhî û hêviyê li Şehbayê berxwedana xwe didomîne.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku bersiva wan a ji bo gel û bîranîna şehîdan wê rizgarkirina Efrînê be û herî dawî hate gotin, "Em soz didin gelê xwe, gelê Efrînê ku heta em her bihosteke axa Efrînê rizgar nekin, wê têkoşîna me bidome."