Kongreya Asayî ya 23’yemîn a KNK’ê bi dawî bû

Di Kongreya Asayî ya 23’yemîn a KNK’ê de li ser berjewendiyên neteweyî yên Kurdî, stratejiyên diplomasiyê û yekîtiya neteweyî nîqaşên berfireh hatin kirin. Kongre bi hilbijartina hevserok û endamên Konseya Rêveber bi dawî bû.

Di rûniştina duyemîn a roja duyemîn a Desteya Giştî ya 23’yemîn a KNK’ê de, Konseya Rêveber hilbijartina xwe lidar xist. Bi nîqaş û yekîtiya dengan a delegeyan, 19 endamên Konseya Rêveber bûn 23 endam. Piştre hilbijartina Konseya Rêveber hate kirin. Kongre bi xwe dayîna naskirina endamên ji bo Konseya Rêveber û pêşniyaran, dewam kir.

Hevserokên KNK’ê Zeynep Murad û Ahmet Karamus ku jinûve hatin hilbijartin, axivîn û spasî kirin. Zeynep Murad got, “Di dema nû de em wezîfeya xwe digirin ser xwe, em di ferqê de ne ku ev berpirsyarî çiqasê giran û dîrokî ye. Ji bo destkeftiyên gelê Kurd ên di vê sedsalê de mayînde bibin, pêvajoyeke zehmet li pêşiya me ye ku xebatên neteweyî hîn zêdetir bi disiplîn bên meşandin û zemînê dîplomatîk were xurtkirin. Weke rêveberiya nû em di ferqa vê yekê de ne.”

Ahmet Karamus jî di axaftina xwe de ev tişt diyar kir: “Ev pêvajo pir hesas e. Em ê di du salên pêşiya xwe de ji bo xurtkirina xebatên yekîtiya neteweyî, di têkiliyên dîplomasî û navneteweyî de weke yek deng ji bo temsîlkirina gelê Kurd bixebitin.”

Endamê Konseya Rêveber a KNK’ê Zubeyîr Aydar jî axivî û diyar kir ku eger pêvajo pêş bikeve, hêvî heye ku li Tirkiyeyê dawî li înkara li ser gelê Kurd were.

Aydar ji bo konferansa ku wê di salvegera 100’emîn a darvekirina Şêx Seîd û hevalên wî de ji aliyê KNK’ê ve were organîzekirin û mîtînga ku wê li Elmanyayê were kirin, banga tevlîbûnê kir.

Kongre bi nîqaş û pêşniyarên beşdarên ji her çar parçeyan, nûnerên partiyên siyasî, kes û delegeyan û bi nîqaşên li ser parastina destkeftiyên Kurdistanê bi dawî bû.

ENDAMÊN KONSEYA RÊVEBER A KNK’Ê

Ji bo Konseya Rêveber a KNK’ê ev kes hatin hilbijartin:

1-Shêx Şemal

2-Refik Gefur

3-Ekrem Husso

4-İbrahim Alipur

5-Behzad Pîrmusa

6-Şêrko Muhammed Emîn

7-Faruk Cemîl

8-Mîran Saleh

9-Şükrüllah Muhammed Emîn

10-Osman Ergin

11-Said Senendecî

12-Yakup Mîrza

13-Zübeyir Aydar

14-Nilüfer Koç

15-Rojîn Mukriyan

16-Dîmen Sohrabî

17-Şahla Hafid

18-Aria Issa

19-Fatma Lekto

20-Zeynep Mustafa

21-Nure Alkış

22-Perwîn Saîd

23-Şilan Eminoğlu