YPJ’ê Arîn Mîrkan bi bîr anî, bang li jinan kir

YPJ’ê di 2. Salvegera şehadetê de Arîn Mîrkan bi bîr anî. YPJ’ê di daxuyaniya xwe de bal kişand ku Arîn Mîrkan bi çalakiya xwe ya fedayî êrîşên hêzên derve û çeteyan şikand, bang li hemû jinan kirin ku beşdarî Yekîneyên Parastina Jinan bibin.

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) bi boneya 2. salvegera şehadeta Arîn Mîrkan daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:

”Du sal li ser çalakî û şehedeta Arîn Mîrkan, ya ku di berxwdana dîrokî û navnetewî de(berxwedana Kobanê) şehîd bibû, derbas dibe. Di encama vê çalakiyê de, hemû êrîşên dagirkerên derve û çeteyên DAİŞ’ê hat şikandin. Hevala Arîn û bi dehan hevalên jin yên mîna Ozgûr Efrîn, Gulan Batman, Destîna Başûr û Jiyan Rojhilat, ku asta berxwedanî û qehermantiyeke mezin de têkoşîn kirin heta deqa dawî û tevlî nava refên kerwanên nemiran bûn. Bi bonya duyemîn salvegera şehadeta Arîn Mîrkan û di keseyata van qehremanan de, hemû şehîdên şoreşa azadiyê bi rêzdarî bibîrtînin.

Şoreşa Rojava kete sala xwe ya 6’e mîn de, di nav van salên ku me li peyî xwe hiştin, gelek qehremantî û berxwedanî derketin holê. Di encama van berxwedaniyan de, wekî hêzên Parastina Jin, me pêşengtiya vê berxwadaniyê kir. Ji hemû hemleyên ku ji bo rizgarkirina axa Rojava hatibûn destpêkirin û bi teybat berxwedana Kobanê bigere hetanî rizgarkirina Minbicê, di nav şerekî dijwar de bûn, ne tenê li hemberî Çeteyên Daişê, di heman demê me li dijî faşîzma baes û tirkiyê jî têkoşiyan. YPJ’ê bi şervan û femandarên xwe ve, di çeperên herî pêş de cihê xwe girtin û roleke sereke leyîstin. Di van hemlan dîrokî di, bi hezaran jin û zarok ji destê daişê hatin rizgarkirin. Em weke YPJ’ê xwedî li nirxên navnetewî derketin û vê alîkariya weke erkekî xwe yê sereke dibînin. Lewma şoreşa Rojavayê Kurdistanê weke şoreşa jinê tê bi navkirin.”

BANG LI JINAN HATE KIRIN KU BEŞDARÎ YEKÎNEYÊN PARASTINA JINAN BIBIN

Di dewama daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Bê gûman ev serkeftin û pêşketin, hin guhertinên mezin bi xwe re anî. Em weke jin ,bû xwedî nasnemeyeke serbixwe, sîstema parastinê avabû û herî dawî îlankirina sîstem û rêxistina jinên ereb li herêmên şehba û babê. Ev destkeftiyên han, kir malê jinê û cîhanê tevahî. Îro jina kurd ya di bin felesfe û îdyolojiya Rêber APO de, erkê xwe bi awayekî çalak pêk anî ,Lê ruxmî vê yekê jî hîn şer û xeterî li ser gelê kurd, şoreşa azdiyê û bi teybat tevgera jina azad di Rojavayê Kurdistanê de berdawam dike. Ev demeke heweldanên mezin hene, ku şoreşa jinê, li Rojava bi fetisînin, lewma pir propogandên reşkirin dijî YPJ’ê bi armanca tunkirinê, ji hêla hêzên dijî demoqrasî û azadiya jin, hatine destpêkirin. Lê belê YPJ’Ê bi xwîna hezaran şehîd, hemû êrîş vala derxistin. Ti hêz nikare rastiya berxwedana YPJ’ê red û tune bike. Dîsa hemû jinên cîhanê pêwîste li dijî van porpoxandên reşkirinê helwest nîşan bidin , xwedî li şoreşa jinê derkevin û tevlî nav refên Yekîneyên Parastina Jin bibin.

Rastiya vê şorşeşê bi rastiya şehîdên mîna têkoşer Arîn Mîrkan ve girêdayîye, ya ku bi berxwedan û çalakiya xwe, rê li pêşiya şoreşa navnetewî û tevlîbûna hezaran jin di nava refên YPJ’ ê de vekir. Bi çalakiya xwe re, dîrokeke nû ya jina azad afirand. Di demeke herî zor û zehmet de ji şerê kobanê , li miştnûr bû çavkaniya hêz û moral û berxwedaniyê ji bo hemû hêzên me.

‘EM XWEDÎ HÊZA BERSIVDAYÎNÊ NE’

Di dawiya daxuyaniya YPJ’ê de ev tişt hate ziman: “Em weke fermandariya YPJ’Ê, duyemîn salvegera şehîd Arîn di serî de,li malbat, şervanên YPJ’ê û hemû jinên cîhanê pîroz dikin, soza şopandina xeta jina fedaî didin .Em amade ne ku hemû jinên herêmê, di milê fikirî, zansitiya cinsî, parastin leşkerî û hemû qadên din de, perwede bikin û xortir bikin. Careke din em di vê roja pîroz de hemû şehîdên xwe û bi teybat jî şehîdên pêngava şehîd Fêsel Ebo Leyla de, yên ku bi rihê Arînan û Rêvanan şerkirin û şehîd ketin bibîrtînin. Dubare dibêjin li hemberî hemû êrîşên derve û hindir, Weke YPJ’Ê û YPG’ê êrîş ji kîjan milê tê bila bê, em xwedî wê hêzê ne ku dikarê bersivê pêwîst bide.”