Cenazeyên çalakgerên fedaî radestî malbatên wan nayên kirin
Cenazeyên Mîne Sevjîn Alçîçek (Asya Alî) û Alî Orek (Rojger Hêlîn) ku li hemberî TUSAŞ'ê çalakiya fedaî kirin, 24 roj in radestî malbatên wan nayên kirin.
Cenazeyên Mîne Sevjîn Alçîçek (Asya Alî) û Alî Orek (Rojger Hêlîn) ku li hemberî TUSAŞ'ê çalakiya fedaî kirin, 24 roj in radestî malbatên wan nayên kirin.
Cenazeyên Mîne Sevjîn Alçîçek (Asya Alî) û Alî Orek (Rojger Hêlîn) ên ji Tabûra Nemiran ku 23'ê Cotmehê li Enqereyê di çalakiya li dijî Pîşesaziya Feza û Hewakariyê ya Tirk (TUSAŞ) de şehîd bûn, 24 roj in radestî malbatên wan nayên kirin. Malbatên Mîne Sevjîn Alçîçek û Orek ji bo cenazeyan werbigirin mînaka xwînê li bajarên lê ne, dan. Piştre jî malbat çûn Enqereyê.
Parêzeran bi navê malbatan hevdîtin bi dozger re kirin û daxwaza wergirtina cenazeyan kirin. Ji parêzeran re hate gotin, "Nizanim cenaze li ku derê ne. Dibe ku ji bo karê otopsiyê li Stenbolê bin. Dema ku li ser cihê cenazeyan me agahî wergirt em ê agahiyê bidin we."