Li Wanê mirina 10 jinan a bi awayekî bi guman: Kiryar tên parastin

Komeleya Jinan a Starê û TJA'yê, ragihandin ku di nava 10 mehên dawî de li Wanê 10 mirinên "bi guman” pêk hatine û got, "Kiryarên mirinên biguman tu carî eşkere nabin û ev yek ji ber parastina kiryaran e.”

Komeleya Jinan a Starê û Tevgera Jinên Azad (TJA) ya Wanê bi nêzîkbûna 25’ê Mijdarê rapora xwe ya salane ya tundiya li ser jinê eşkere kirin. Jinên ji rêveberiya komeleyê û jinên TJA'yê beşdarî daxuyaniya çapemeniyê ya li avahiya komeleyê bûn.

Seroka komeleyê Zeynep Demîr metna daxuyaniyê xwend. Demîr, di destpêke de bal kişand ser dîroka 25'ê Mijdarê û wiha got: “Li gorî çeteleya me ya sala 2022'yan û 2023'yan, 17 jinan bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan. Di sala 2024'an de jî di nav 10 mehan de jî 10 jinan bi guman jiyana xwe ji dest dan. 2 jin hatin qetilkirin û pitikek hat kuştin.”

Demîr, da zanîn ku kiryarên mirinên biguman tu carî eşkere nabin û ev yek ji ber parastina kiryaran e û wiha pê de çû: “Di sala 2024'an de 61 jinan serî li komeleya me dan. 20 kes di temenê 18-25'an de bûn. 16 kes di temenê 25-45'an de bûn. Jin bi tundiya derûnî, fîzîkî, aborî û dijîtal re rûbirû dimînin. Em dibêjîn tundî polîtîk e û em ê li dijî tundiyê têkoşîna xwe ya bi rêxistinî bidomînin.”

Daxuyanî bi dirûşma "Jin, jiyan, azadî" bi dawî bû.