YJK-E: Em xwedî li berxwedêran derkevin

YJK-E’ê cejna Newrozê pîroz kir û banga xwdîderketina li berxwedêrên greva birçîbûnê kir. 

YJK-E’ê bi bi daxuyaniyeke nivîskî cejna Newrozê pîroz kir û bal kişande ser berxwedanên greva birçîbûnê ya bi pêşengiya hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê Leyla Guven û got, "Çalakiya fedaî ya hevrê Zulkuf Gezen îsal bû çirûska yekem ya Newrozê.”

'JI BO AZADIYA OCALAN EM LI FRANKFURTÊ BICIVIN...'

Peyama YJK-E’yê wiha ye:

"Ji Mazlûm heta Zekiyeyê heta Zulkuf, ji bo bibîranîna şehîdên newrozê û têkoşînê bilind bikin bang li Kurdên li Elmanyayê dikin ku li Frankfurtê bicivin û cejna Newrozê bikin cejna azadiya Rêber Apo. 

Di serî de a berxwedêran, em cejna gelê kurd, a jinan, a gelên Rojhilata Navîn û hemû cîhanê pîroz dikin û bang li her kesî dikin ku xwedî li berxwedanên grevên birçîbûnê derkevin, têkoşînê bilind bikin.''