YJA Starê Ezda Gever bi rêzdarî bi bîr anî

Fermandariya YJA Starê ya Şengalê Şîlan Duger (Ezda Gever) a li Şengalê di encama qezayekê de jiyana xwe ji dest da, bi bîr anî. Fermandariyê wiha got; “em ê têkoşîna ku hevala me Ezda Gever dewrî me kiriye veguhezînin asta herî jor.”

Fermandariya YJA Starê ya Şengalê gerîla Şîlan Duger (Ezda Gever) a li Şengalê di encama qezayekê de jiyana xwe ji dest da, bi bîr anî. Di daxuyaniya Fermandariyê de wiha hate gotin; “Hevala me Ezda Gever (Şîlan Duger) ku ji bajarê Gever ê Bakurê Kurdistanê sala 2013’an tevlî refên me yên gerîla bûye, zêdetirî salekê ye di têkoşîna azadkirina Şengalê de cih digirt. Hevala me Ezda di pêngavên azadkirina Şengalê de bi awayekî çalak cihê xwe girt. Di rizgarkirina Navenda Bajarê Şengalê û Geliyê Şîlo de di refên herî pêş de cihê xwe girt û 6 mehên vê dawiyê jî di çeperên herî pêş ê Geliyê Şîlo (Geliyê Şehîdan) de li dijî çeteyên DAÎŞ’ê bi îdîa û biryardariyek mezin têdikoşiya.”

Di daxuyaniya Fermandariya YJA Starê ya Şengalê de ev îfade cih girtin;

“Hevala Ezda bûye yek ji wan hevalan ku ji bo Şengalê bi temamî ji dest DAÎŞ’ê rizgar bike, ji bo Kurdistanê ji faşîzma DAÎŞ û AKP’ê xilas bike her cure wezîfe û berpirsiyariyê bigire. Ji bo jinên Êzîdî yên di dest DAÎŞ’ê de rizgar bike û azad bike bi bawerî û îdîayek mezin tevlî têkoşînê dibû. Hevala me Ezda Gever di encama qezayekê de, roja 30.07.2016’an şehîd bûye.

Em wek hêzên HPG û YJA Star ên Şengalê diyar dikin ku em ê têkoşîna ku hevala me Ezda Gever dewrî me kiriye veguhezînin asta herî jor û ji malbata bi nirx a Duger re sersaxiyê dixwazin.”

NASNAMEYA GERÎLAYA YJA STARÊ

Nasnameya gerîlaya YJA Starê ya jiyana xwe ji dest daye wiha ye;

 Nasnav: Ezda Gever

Nav û Paşnav: Şîlan Guder

Cihê Jidayikbûnê: Colemêrg

Navê Dayik û Bav: Sureyya - Nîzamettîn

Dîrok û Cihê Şehadetê: 30 Tîrmeh 2016 / Şengal

 

...