YJA Star: Êrîş plankirî, zanebûn û rêxistînkirî ye

YJA Star: Êrîş plankirî, zanebûn û rêxistînkirî ye

Fermandariya YJA Starê der barê qetilkirina yek ji damezrînerên PKK’ê Sakîne Cansiz, nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û Leyla Soylemez de daxuyaniyek da. YJA Starê di daxuyaniyê de diyar kir ku her sê hevalên wan di vê pêvajoyê de bi zanebûn hedef hatine girtin û wiha hat gotin: “Em hevalên xwe bi rêzdar bi bîr tînin. Em soza ya xwe ya dê têkoşîna wan bidomînin, nû dikin.”

Di daxuyaniyê hat gotin ku hedefgirtina hevalên wan yên ku di her şert û mercî de xeta Apocitiyê dimeşandin, êrîşeke hedefgirtina xeta Apocitî û tevgera azadiyê ye û wiha hat gotin: “Ji ber ku ev êrîş li Fransayê pêk hatiye, berpirsyariya Fransayê jî bi awayekî vekirî derdixe holê. Ev êrîşa nîşan dide ku ji aliyê hêzên Gladyoya Tirk û Navnetewî ve pêk hatiye. Ev cînayet bi organîze û profesyonel pêk hatiye. Dema bûyera kuştinê derket holê serokê giştî yê AKP’ê Huseyîn Çelîk hewl dan ku kuştinê bike ser milê tevgera me. Ev senaryoyên xwe bi hevkariya çapemeniya tirk weşandin. Ev jî parçeyeke şerê psîkolojîk e.

Daxuyaniyê wiha berdewam kir: “Li Cihekî wekê Parîsê li cadeyeke herî qelebalix ev cînayet pêk tê. Dewleta Fransayê divê demildest vê komkujiyê ronî bike. Ger wisa nebe, Fransa bi xwe ji qetilkirina hevalên me berpirse. Em wekê hêzên gerîlayên YJA Starê ev êrîş ji kê hatibe bila bê em dê pey wê bernedin û em ê hesabê vê bipirsin.

ÇIYAYÊN KURDISTANÊ KEYBANUYA XWE WENDA KIR

Hevala me Sakîne Cansiz di damezrandina PKK’e de yekemîn mîlîtana jin ya ku tevlî têkoşînê bûye ye û ji artêşbûna têkoşîna tevgera jinên azad re pêşengî kiriye. Bi sekna xwe mohra xwe li dîrokê daye. Hem li zindana Amedê berxwedaneke bi rumet nîşan daye û hem jî di artêş gerîla ya jinan de cara yekemîn wê fermandarî kiriye. Di asta artêşbûna gerîlayên jin de roleke gelek girîng lîstiye. Her tim wekê evîndarek çiyayên Kurdistanê ji bo nasnameya azad a jinê û pêşveçûna nasnameya xwe ked û hewldaneke mezin daye. her wiha bûye îfadeya herî zelal a pîvanên jina mîlîtan. Çiyayên Kurdistanê Keybanuya xwe ya azadiyê wenda kir.”

Daxuyaniyê wiha berdwam kir: “Hevalên me Fîdan û Leyla jî di qadên cuda de tevli têkoşîna azadiyê bûne û mîlîtanbûna jinê birine asteke jor û ji bo azadbûna civakê bi têkoşîna xwe pêşengî kirine. Artêşa me ya ku bi pêşengiya heval Sakîne pêş ketiye dê vê komkujiyê tu carî qebûl neke û dê ev êrîş bê bersiv nemîne. Em dibêjin ku em dê têkoşîn her sê hevalên xwe bibin serkeftinê û em soza xwe ya ji bo ku bîranîn wan bidomînin, dubare dikin.

Di serî de jinên kurd û hemû gelê kurd divê bi çalakiyan xwedî şehîdên xwe derkevin û hesab ji kujeran bipirsin.”