YJA STAR: Bi pêşengitiya şoreşê em ê jiyana azad pêk bînin

YJA STAR: Di şexsê hevrê Devrîm û Arîn, Axîn, Rozerîn û Viyan de ku li heman qadê şehîd bûbûn em sond pêgirîbûna xwe ya bi şehîdan re dubare dikin û em sond dixwin ku bi Rêbertiya Azad re jiyana azad a demokratîk ava bikin.

Fermandariya Navendî ya YJA STAR’ê têkildarî gerîlayên ku jiyana xwe ji dest dayin daxuyaniyeke nivîskî da û got, ‘’Di meha Îlonê de li di operasyonên dewleta Tirk de ku  li Zagrosan a Qadên Parastina Medyayê pêk anî, artêşa Tirk derbên giran xwarin. Di encama têkoşînê de, artêşa Tirk li gel hemû teknîka xwe û hêza taybet a şer bêyî ku encamê bistîne vekişiyaye. Bi berxwedana lehengî ya hêzên me yên gerîla dijmin paş ve çûye, di van operasyonan de endamên Konseya Biryargehê yê YJA STARê  hevrêya me Devrîm Amed (Zeynep Baytar) li Zagrosan şehîd bûye. Di serî de serê malbata me ya nirxdar a hevrê Devrîm serê hemû gelê me sax be.’’

Daxuyaniya Fermandariya Navendî ya YJA STARê wiha ye:

‘’Hevrê Devrîm li Qadên Parastinê yên Medyayê ku peywirdar û berpirsyar bû, di  pêşvebirina şerê gel ê şoreşgerî de, ji bo ku serkeftin û geşedan bi dest ve werin anîn bi şêwaza xwe ya hîkar pêşengtiya xwe ya demê zelal kiriye. Bi tecrûbeya xwe ya bîst û yek salan weke kesayatiya rêveber a serdema nû derketiye pêş. Di serî de li Eyaleta Amedê ku demeke dirêj lê mabû û herî dawî di serî de li qada Zagrosê di hemû jiyana xwe ya têkoşînê de weke fermandareke serhildêr a çiyayên Kurdistanê, şervaneke azadiyê ya serhildêr, bi fermdandariyeke serketî her demê ji peywirên demê re hazir bû û bû mînak. Hevrê Devrîm şêwaza fermandariya YJA STARê di kesayatiya xwe de berbiçav kiriye û di hemû qadan de serketî û pêşketî bûye. Hevrê Devrîm di hemû jiyana xwe ya têkoşînê de her demê weke prensîbekê dîtiye ku bi israra xwe di nav şertên dijwar ên şer de be û tim li gorî vê tevgeriyaye. Bi kesahyatiya xwe ya kedkar, fedakar û afirîner ji hêla hemû hevalên xwe ve hatiye hezkirin û hurmet jê re hatiye nîşandan. Weke fermandareke şer her demê çalakger bûye û bi derbên ku li dijmin xistî ew kêferata ku rê ji azadiyê re veke nîşan daye. Hevrê Devrîm bi pêşengtiya parastina rewa bi helwesta xwe ya bi îdîayê û biryardarî armanc kiriye ku di pratîkê de encamgir be. Ji vê hêlê ve, di tevahiya jiyana xwe ya têkoşînê de bi hevrêtî û kesayatiya xwe ya mînak a fermandariyê bûye xwedî şêwazeke xurt û tewşîqkar.

Hevrê Devrîm bi kesayatî, tevlîbûn û pêşengtiya xwe bûye lehengê wê ku jiyana têkoşînê li ser esasê azadîxwaziyê û serketina şer were dayin. Mîrasa ku wê nasnameya me ya YJA STAR’ê xurt bike bi jiyan, şêwaza şer û pêşengtiya xwe afirandiye, bûye sembol û di dîroka têkoşînê de cihê xwe dîtiye. Di şexsê hevrê Devrîm û Arîn, Axîn, Rozerîn û Viyan de ku li heman qadê şehîd bûbûn em sond pêgirîbûna xwe ya bi şehîdan re dubare dikin û em sond dixwin ku bi Rêbertiya Azad re jiyana azad a demokratîk ava bikin.’’