Tûncel: Em qeyûman nas nakin, roj roja berxwedanê ye

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Sabahat Tûncel, anî ziman ku ew biryara qeyûman nasnakin.

Ji bo şaredariyên Sûr û Farqînê yên Amedê Qeyûm hat wezîfedarkirin. Hevseroka DBP’ê Sebahat Tûncel got ku Polîtîkaya AKPê ya dijminantiya kurdan bi heman lezê berdewam dike û got: "Em ê qeyûman nasnekin."

Piştî hewldana derbeya 15ê Tîrmehê biryara ragihandina Rewşa Awarte (OHAL) hatibû standin. Di vê çarçoveyê de Biryarnameya di Hikmê zagonê ya hejmar 674 ji hêla Desteya Wezîran a Tirkiyê derxistibû. Li gorî vê zagonê, Wezareta Karê Hundir û Walîtî bi hinceta ku alîkariya ‘bûyerên terorê' û ‘bûyerên tundûtujiyê dikin' dest deynin ser milk û malên şaredariyan. Herwiha dikarin qeyûman tayin bikin. Di vê çarçoveyê de ji bo şaredariyên navçeyên Sûr û Farqînê biryara tayinkirina qayûman hat wergirtin.

Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sebahat Tûncel got ku wan xwestiye vê agahiyê piştrast bikin lê heta niha piştrast nekirine.

Tûncel balkişand ser daxuyaniya Wezîrê Karê Hundir ê Tirkiyê Suleyman Soylu ku got ‘Em ê ji bo 28 şaredariyan qeyûman diyar bikin' û wiha axivî: "Di heman demê de kedkarên perwerdeyê yên Kurd ji kar avêtin. Li aliyê din qeyûm wezîfedarkirin. Li hêla din jî tecrîda li Îmraliyê berdewam dike. Polîtîkaya dijminantiya Kurd a AKPê bi heman lezê berdewam dike. Weke DBPê me berê jî dabû xuyakirin ku em qeyûman nas nakin."