TJK-E ji bo Ocalan kampanya îmzeyan da destpêkirin
Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) bi daxwaza bi lezgînî serdana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê kirin, madeyên HMME li Tirkiyeyê bikevin dewrê û rêz li ber mafên girtiyên siyasî bê girtin, kampanya îmzeyê da destpêkirin.
ANF
STRASBOÛRG
şemî, 10 rezberê 2016, 10:18
Tevî Greva birçîbûnê ya ku bi banga bila Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê (CPT) derhal bikeve nav liv û tevgerê ji hêla Meclîsa Dîasporayê ya Şengalê 19 roj in li Strasboûrgê dewam dike, bêdengî didome, li ser vê TJK-E jî dest bi kampanya îmzeyan kir.
JI BER BÛYERÊN ÊVARA HEWLDANA DARBEYÊ FIKAR ZÊDE BÛNE
Di daxwaznameyên Îngîlîzî û Fransizî de hate bibîrxistin ku Ocalan ji Nîsana 2015’an ve di bin tecrîdek şidandî de ye û piştî hewldana darbeyê fikarên têkîldarî tenduristî û ewlehiya Ocalan zêde bûne.
Di daxwaznameyê de hate gotin ku ziyaretên parêzeran zêdetirî 5 salan hatiye qedexekirin, hate destnîşankirin ku zêdetirî 17 mehan jî agahî jê nayê wergirtin.
Di daxwaznameyê de hate ragihandin ku Kurdên Êzîdî yên rêveberê Meclîsa Dîasporayê ya Şengalê ne, ji bo saziyên Ewropa bikevin nav liv û tevgerê li Strasboûrgê dest bi greva bêdem kirine.
LI SER ROLA OCALAN A DI TÊKOŞÎNA AZADIYA JINÊ DE HATE RAWESTANDIN
Di daxwaznameyê de gotina Ocalan a “Azadiya Kurdistanê bi azadiya jina Kurd re mimkûn e” hate bikaranîn, hate destnîşankirin ku ji bo jinên Kurd xwedî cihekî taybet e.
Di daxwaznameyê de herî dawî di serî de saziyên Ewropa û jinan, bang li tevahî gelan hate kirin û ev daxwaz hatin rêzkirin:
-Divê CPT bi lezgînî biçe Girava Îmraliyê û têkîldarî vê rapora xwe vebêje,
-Pêwîst e Hevpeymana Mafên Mirovan a Ewropa ku Tirkiyeyê taloq kiriye, ji nû ve bikeve meriyetê,
-Di serî de Girtîgeha Îmraliyê, divê rêz ji bo mafên bingehîn ên tevahî girtiyên siyasî re bê girtin,
-Rêya mafê ziyaretê yê malbat û parêzerên Ocalan bê vekirin.
ÎMZEYÊN DESTPÊKÊ JI STRASBOÛRGÊ HAT
Tê plankirin ku îmzeyên bên berhevkirin bişînin CPT’ê, dema greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê îmzeyên destpêkê hatin komkirin.
Her wiha jinên ku endamên Tevgera Jinê ya Zîn a Strasboûrgê ne, têkîldarî greva birçîbûnê û daxwazên Meclîsa Dîasporayê ya Şengalê dest bi belavkirina belavokan kir. Jinan duh li semta Esplanade bi sedan belavok belav kirin, hate ragihandin ku wê ji îro û şûn de belavkirin bên lezandin.