TJK-E: Em li dijî komplogeran berxwedanê mezin bikin
TJK-E, Komploya 9’ê Cotmehê lenet kir, bal kişand ku komplo hatiye pûçkirin. TJK-E banga mezinkirina têkoşînê û kîlîtbûna li dor Ocalan kir.
TJK-E, Komploya 9’ê Cotmehê lenet kir, bal kişand ku komplo hatiye pûçkirin. TJK-E banga mezinkirina têkoşînê û kîlîtbûna li dor Ocalan kir.
Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) têkîldarî salvegera Komploya 9’ê Cotmehê ya Navneteweyî ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat daxuyaniyek nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku “ Em careke din Komploya 9’ê Cotmehê di 19. Salê de lenet dikin, hêzên di nav vê komployê de cih girtina bi hêrsek mezin şermezar dikin” û wiha dewam kir; “Em hevalên xwe yên li dijî rastiya Komploya Navneteweyî di berxwedana ‘Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin’ şehîd ketin bi rêzdarî û minet bi bîr tînin. Ev komploya pirdewletî ya di dîrokê de bêhempa ye, ji bilî tasfiyekirina Tevgera Azadiya Kurd, bi daxwaza operasyona dizaynê ya sedsala 21. pêk were hatiye kirin.”
‘YEKANE ALTERNATÎFA RAST TEVGERA KURD BÛ’
TJK-E destnîşan kir ku li dijî projeya dizaynkirina Rojhilata Navîn a li gor berjewendiyên hêzên modernîst kapîtalîst, yekane alternatîfa rast Tevgera Azadiya Kurd a di pêşengtiya Ocalan bû û wiha pê de çû;
“Ji destpêka Komployê heta niha dema pêvajoya 18 salan li ber çav bê girtin wê bê dîtin ku Komploya Navneteweyî bi gavên rast ve hatiye pûçkirin. Îro, di serî de Bakur û Rojava, bi avakirina xweseriyên demokratîk ên li çar aliyên Kurdistanê, modela Jiyana Azad dikeve meriyetê. Tevgera Azadiya Kurd ku ji her demê hê zêdetir xurttir e, ne tenê li Kurdistanê, bi taybet bi gelê Rojhilata Navîn re têkîlî daniye. Berxwedana Azadiya Kurd a ku hêzên tarî yên navneteweyî û herêmî dixwestin bifetisînin, îro ji her demê hê zêdetir ji bo gelan bûye hêvî û ronahî.
Têkoşîna jiyana demokratîk û jiyana azad a ji hêla Rêber Apo hate pêşxistin, herî zêde jî lez daye Têkoşîna Azadiya Jinê. Li Kurdistanê di diyalektîka jin û civakê de pêşketinek mezin bi dest ketiye, asta ku jina Kurd îro gihiştiye ji hêla jinên cîhanê wek mînak tê bidestgirtin. Li ser vî esasî hem tevgera me ya azadiyê ya jin hem jî ya giştî îro her ku diçe hê zêdetir gerdûnî dibe.
‘DI ŞERTÊN GIRAN ÊN ESARETÊ DE ŞERÊ BI HEYBET Ê ÎRADE Û FIKRÎNÊ…’
Modela xwerêveberî û jiyana azad a ku îro li Kurdistanê hatiye avakirin û bandora xwe li tevahî cîhanê dike, encama şerê îrade û fikrînê yê Rêber Apo ye ku di bin şertin giran ên esaretê de daye. Rêber Apo bi hêza îrade û fikrînê li dijî komplogeriyê berxwedana herî mezin nîşan daye. Îro tecrîda li ser Rêber Apo ku AKP’e pêk tîne, vê hêza felsefîk û polîtîk hedef dike. AKP’e ya ku polîtîkayên qetlîam û qirkirinê li ser Kurdan dimeşîne, şaredariyên gel desteser kirine, êrîşî çapemeniya azad û akademîsyenan dike, bi van ve jî rûyê xwe yê rast careke din daniye holê. Niha tiştê girîng ew e ku pêwîst e li dijî êrîşan li her derê berxwedan bê mezinkirin, têkoşîna avakirina jiyana azad bê berfirehkirin.”
‘EM KAMPANYA AZADIYÊ MEZIN BIKIN’
TJK-E, di dawiya daxuyaniyê de ev gotin; “Têkîliya navbera azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û gelê Kurd û bi taybet jî azadiya jinan jiyanî ne. Li ser vî esasî em careke din di 18. Salvegera Komploya 9’ê Cotmehê de em hêzên komploger lenet dikin, di serî de jinên Kurd, bang li tevahî gelê xwe dikin ku di vê pêvajoya dîrokî de bi temamî li dor têkoşîna azadiyê kilît bibin, berxwedanê bilind bikin û kampanya ‘Jin Ji Bo Rêbertî û Azadiya Xwe Di :Ç:alakiyê De Ne’ mezin bikin.”