TJK-E: Em ê Strasboûrgê bikin qada berxwedanê
TJK-E’yê ji ber ku CPT’ê li gel grêva birçîbûnê ya Amed û Straboûrgê, têkildarî ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan neketiye tevgerê, bertekek tund nîşan da.
TJK-E’yê ji ber ku CPT’ê li gel grêva birçîbûnê ya Amed û Straboûrgê, têkildarî ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan neketiye tevgerê, bertekek tund nîşan da.
Tevgera Jina Kurd a Ewropayê (TJK-E) diyar kir, ku CPT bil ezgîni Ocalan ziyaret neke ew ê weke Jinên Kurd Straboûrgê biqin qada berxwedanê.
Berdevkê TJK-E’yê Axîn Gulo, bal kişande ser grêva birçîbûnê ya Meclîsa Dîasporayê ya Şengalê, ku kete roja 18’an û got, ew bi mebesta piştevaniyê ev 4 roj in di grêva birçîbûnê de ne û jin ji niha û pê de di nav hemû komê piştevaniyê de cihê xwe bistînin. Gulo got wan guhê xwe ji agahiyeke biçûk a ji CPT’yê yan jî saziyeke dî re vekirîne lê li gel vê jî bersiveke têrkar nehatiye dayin.
‘EM Ê STRASBOÛRGÊ BIKIN QADA ÇALAKIYÊ’
Berdevkê TJK-E’yê diyar kir, ew weke tevgera jinê heta ku bersiveke têrkar neyê dayin, hem li Strasboûrgê û hem jî li qadên din çalakiyan xurt bikin.
Berdevk got, ‘’Nayê qebûlkirin ku CPT beriya ku girtîgeha ku Serok Apo lê girtiye ziyaret bike, vegere. Êdî em li benda agahî û daxuyaniyeke zelal in ku bibin bersiv ji metirsa gel re. Heke ev neyê kirin di serî de Strasboûrg em ê hemû qadan veguherînin qada berxwedanê’’