TJK-E: Em bi giyanê Newrozê li Frankfûrtê werin cem hev

TJK-E'yê Newroz pîroz kir, bang kir ku 23'yê Adarê her kes tevlî mîtînga li Frankfûrtê bibe.

TJK-E'yê ji bo pîrozbahiya Newrozê banga tevlêbûna mîtînga li Frankfûrtê ya 23'yê Adarê kir.

TJK-E'yê bi daxuyaniyeke nivîskî got Newroza îsal divê zêdetir watedar û bêhempa be, şehîd bi bîr anîn û Newroz li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir.

TJK-E'yê got ew 'şehîdê pêvajoya 'Em tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin û Kurdistanê azad bikin'' Zulkuf Gezen bi bîr anîn û got ew bi humet û minet Gezen bi bîr tînin.

'EM ALAYA BERXWEDANÊ GEŞ BIKIN'

Di daxuyaniyê de hate gotin, ''Em Newroza 2019'an di serî em jinên Kurdistanî bi rengê ku faşîzmê hilweşînin, bi biryardarî û coşiya ku Rêber Apo û Kurdistanê azad bikin, pêşwazî dikin. Jinên Kurdistanî, ji çiyayên Kurdistanê heta bi Bakurê Sûriyê, ji zindanan heta bi Ewropayê, li her devrê agirê Newrozê xweş dikin. Ji faşîzma DAÎŞ'ê, ji faşîzma AKP-MHP û pergala zilamserwer hesab dipirsin. Em jinên Kurdistanî yên li Ewroapyê em careke dî soz didine şehîdên xwe yên jin ku bi giyanê Newrozê agirê berxwedanê geş dikin û soz didin ku bibin layiqî jinên berxwedêr.''

Em bang li hemû jinên xwe dikin, alaya berxwedanê ya ku Mazlûma Dogan, Zekiye Alkanan afirandî û hevrê Zulkuf Gezen dewr standiye, bilind bikin.

Em bang dikin  ku her kes 23'yê Adarê tevlî meş û mîtînga Newrozê ya li Frankfûrtê ya Elmanyayê bibe.''