TJA: Xwedîderketina li berxwedanê gelekî girîng e

TJA'yê bal kişand ser şehadeta Zulkuf Gezen û got, "Xwedîderketina li berxwedanê û bidawîkirina tecrîdê ji bo me gelekî girîng e."

TJA'yê li ser şehadeta Zulkuf Gezen ku li dijî tecrîda li Îmraliyê çalakiya fedayî pêk anî, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin, berxwedana grevên birçîbûnê li asta krîtîk e û hate diyarkirin, girtiyê siyasî Zulkuf Gezen ê li Girtîgeha Tîpa F Hejmara 2 a Tekîrdagê doh li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dawî li jiyana xwe anî.

TJA'yê bal kişand ser astengiya hêzên dewleta Tirk ên li pêşiya veşartina cenaze û diyar kir, "Wezîfeya gelan hemûyane ku bi rengê herî xurt xwedî li vê çalakiyê derkevin ku ji bo bidawîkirina tecrîdê hatiye kirin."

TJA'yê destnîşan kir, berxwedana ku di şexsê Leyla Guven de dest pê kir û li çar aliyên dinyayê belav bû, di şexsê Zulkuf Gezen de geş bû û wê teqez bi ser bikeve.

Di daxuyaniyê de işaret bi girîngiya xwedîderketina li berxwedanê hate kirin û hate gotin, "Xwedîderketina li berxwedanê ku li çar aliyên dinyayê belav bûye û bidawîkirina tecrîdê ji bo me gelekî girîng e. Dengê ji bo zindanan bê bilindkirin dengê jiyanê ye. Dengê ji bo berxwedêran bê bilindkirin dengê gelên bindest e. Ew deng e ku jiyana Leyla Guven, Nasir Yagiz û bi hezaran hevrêyên me biparêze."