TJA: Em ê dîktarorên wekî Saddam hilweşînin!

TJA’yê şehîdên Helepçe û Beyazitê bi bîr anî û got ku, “Hilweşandina dîktatorên wekî Saddam wê girêdayîna me ya ji bo şehîdên Helepçeyê be.”

TJA’yê salvegera qetlîama Helepçe û Beyazitê daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“31 sal ji ser Qetlîama Helepçeyê derbas bû. Gelekî zelal e ku ev qetlîam ji aliyê hêzên emperyalîst û dewletên herêmê ve hatine kirin. Rêya xwedîlêderketina têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd û hêviyên wan, geşkirin û mezinkirina têkoşîna azadiyê ya jinan e. Em ê zarok, jin û gelê Helepçeyê yê şehîd tu carî ji bîr nekin. Hilweşandina dîktatoriyên wekî Saddam wê girêdayîbûna me ya ji bo şehîdên Helepçeyê be. Rejîma Saddam ji ber qirkirinên Enfal û Helepçeyê  di dîrokê de ew ê wekî şermekê were zanîn.”

TJA’yê şehîdên Qetlîama Beyazitê ya di 16’ê Adara 1996’an de jî bi bîr anî û diyar kir ku ew ê li hemberî van qetlîaman bêdeng nemînin û ew ê bîranîna wan di têkoşîna xwe de bidin jiyîn.