Tîmtîk: Yên dibêjin îşkence nîne, bila heyeteke serbixwe bişînin

Parêzer Tîmtîk bal kişand ser îşkenceya li Girtîgeha bi hejmara 9. a Sîlîvrî ya li girtiyên jin tê kirin û ji bo tespîtkirina îşkenceyê, ji Wezareta Edaletê xwest heyeteke serbixwe bişîne vê girtîgehê.

Parêzera Buroya Hiqûqê ya Gel Ebrû Tîmtîk li ser îşkenceya giran a li girtiyên siyasî yên jin ên li Girtîgeha Sîlîvrî tê kirin, ji ANF'ê re axivî.

'RÛMETA JINÊ BINPÊ DIKIN'

Derket holê, girtiya bi navê Sevcan Adiguzel, ku ji ber bisînorkirina pirtûkan li ber cezayê ragirtina li hucreyê rabû, bû hedefa îşkenceya giran a gardiyanên jin. Parêzer Ebrû Tîmtîk da xuyakirin, ku muwekîla wê Adiguzel girtî ye û tevî vê yekê jî li hucreya yek kesî tê girtin. Tîmtîk bal kişand ser îşkenceya giran a li Adiguzel hatiye kirin û diyar kir, gardiyanan heta xwîn ji bêvila wê bê, serê wê li dîwêr dane, heta av ji pêsîra wê bê, pêsîra wê eciqandine û derzî bi bedena wê rakirine. Tîmtîk anî ziman, gardiyanan hem îşkence li muwekîla wê kirine, hem jî rûmeta jinê binpê kirine.

Parêzer Tîmtîk da zanîn, ku muwekîleke wê ya din a bi navê Kubra Sunnetçî jî ji ber heman sedemê bûye hedefa îşkenceya gardiyanan û diyar kir, milên Sunnetçî ji pişt ve hatine berevajîkirin, bi kelepçeyê hatine girêdan û bi vî rengî milên wê hatine tewandin. Tîmtîk wekî din ragihand, ku ji muwekîlên wan Alî Osman Kose yê li girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê tê girtin, îşkenceyeke giran dîtiye û got, "Kose yê 59 salî, ji ber ku di dema serjimartinê de destên wî di bêrîka wî de bûn, gardiyanan ew bi erdê re kişandine û heta wî bêhiş bixînin, li sînga wî xistine."

'BILA WEZÎRÊ EDALETÊ BI ERKA XWE RABE'

Tîmtîk bang li Wezareta Edaletê kir, ku bi erka xwe rabe û bibîr xist, ku tecrîda li girtîgehên bi tîpa F, îşkence bi xwe ye. Tîmtîk got, "Li girtîgehan îşkence heye" û ji bo tespîtkirina îşkenceyê ji Wezareta Edaletê xwest, heyeteke serbixwe bişîne girtîgeha Sîlîvrî.