Têgihiştina pêvajoyê
Pêvajoya nû ya ku hewl tê dayin bê meşandin, li gorî ya berê xwedî gelek rêbazên berfireh, zêde û dewlemend e. Pêvajoya têkoşînê ya girseyî ye. Pêvajoya hilweşandina faşîzmê bi têkoşîneke xurt e.
Pêvajoya nû ya ku hewl tê dayin bê meşandin, li gorî ya berê xwedî gelek rêbazên berfireh, zêde û dewlemend e. Pêvajoya têkoşînê ya girseyî ye. Pêvajoya hilweşandina faşîzmê bi têkoşîneke xurt e.
Komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê ku li hemberî Rêber Apo hate kirin, sîstema tecrîd, qirkirin û êşkenceyê ya Îmraliyê di salvegera 26'an de bi xurtî hate şermezarkirin. Di serî de PKK, rêxistinên Kurd ên demokratîk û azadîparêz hemûyan daxuyanî dan, hêzên komploger şermezar kirin û dilsoziya xwe ya bi Rêber Apo re careke din ragihandin. Her wiha diyar kirin ku ew li pişt pêvajoya nû ya veguherîna demokratîk in ku Rêber Apo hewl dide bimeşîne.
Gelê Kurd û dostên wan bi sed hezaran kesî ji Strasbourgê heta bi Kobanê, ji Helebê heta bi Mexmûrê li hemû bajarên ku Kurd lê ne kolan û qad dagirtin û komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê şermezar kirin, her wiha xwestin sîstema qirkirin, êşkence û tecrîdê ya Îmraliyê bê xerakirin û Rêber Apo bibe xwedî şert û mercên azad ên kar û jiyanê. Careke din ragihandin ku ew her tim bi Rêber Apo re ne, wê pê re bin û piştgiriyê didin pêvajoya nû ya guherînê ku hewl dide bimeşîne.
Çapemeniya azad li gel zext, êrîş û komkujiyan bi fedakariyeke mezin xebitî û bûyer hemû ji raya giştî re ragihand, hewl da hişmendiya heqîqetê ya mirovan biafirînin. Têkildarî rojên Atînayê yên komploya 15'ê Sibatê dokûmantereke rast û perwerdekar weşand û piştî lingê Îtalyayê yê komploya navneteweyî li ser lingê wê yê Yewnanistanê jî aliyên nayê zanîn raxist pêş çavan. Bi vî rengî hem xizmet ji têkoşîna li dijî komploya navneteweyî re kir ku êrîşa herî zalim û neheq a cîhanê ye, hem jî hewl da rastiya Rêber Apo bi tevahiya mirovahiyê re bide naskirin.
Di 15'ê Sibatê de di serî de hêzên partî û gerîla hemû hêzên demokrasî û azadiyê li her devera ku lê bûn civîn lidar xistin, komplo nirxandin, berxwedana mezin a 26 salan silav kirin û şehîdên leheng ên berxwedana fedaî ya 'Hûn nikarin roja me tarî bikin' bi bîr anîn. Weke ku di mînaka Awûstûryayê de hate dîtin, konferansên ji bo fêhmkirina Paradîgmaya Modernîteya Demokratîk hatin lidarxistin û nîqaşên televîzyonan pêk hatin. Ev hemû nîşaneya piştgiriya ji bo pêvajoya veguherîna demokratîk e ku Rêber Apo hewl dide bimeşîne.
Heyeta DEM Partiyê ya ku bi Rêber Apo re hevdîtin kir, di 15'ê Sibatê roja salvegera 26'an a komployê de di serî de rêveberên YNK û PDK'ê ji bo bi gelek derdoran re hevdîtinan bikin çû Başûrê Kurdistanê. Di 16, 17 û 18'ê Sibatê de hevdîtin kir siyaseta Başûrê Kurdistanê li ser karên veguherîna demokratîk ên Rêber Apo agahdar kir. Di heman demê de wê nêrîn û pêşniyarên wan jî ji Rêber Apo re ragihînin.
Ev hemû kurteberiya karên gelê Kurd û dostên wan ên demokratîk e ku di salvegera 26'an a komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê de hatin kirin. Ya rast ev hemû nîne, yên bingehîn e û çarçoveyeke giştî ye. Hemû jî tê wateya têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, çareseriya pirsgirêka Kurd, demokratîkbûna Tirkiye û Rojhilata Navîn. Yanî aliyê demokrasiyê û Kurd hewl didin pêvajoya nû ya Rêber Apo fêhm bikin û li gorî wê bijîn û bixebitin.
Baş e li aliyê AKP û dewletê rewş çi ye, ji bo fêhmkirin û bicihanîna pêvajoya nû? Bi çend mînakan em hewl bidin bersivê bidin vê pirsê.
Ya rast, di vê mijarê de yekane tişta ku erênî bê pênasekirin, tenê çend daxuyaniyên Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî û hêviya rêveberên partiyên li meclîsê ne ku di hevdîtinên bi Heyeta DEM Partiyê re anîn ziman. Piştî van hêvî û daxwazan partiyên navborî careke din ketin nava pirsgirêkên xwe yên navxweyî û rageşiya bêencam a bi desthilatdariyê re. Di serî de partiya muxalefetê ya bingehîn CHP rewşa hemûyan bi vî rengî ye. Dibe ku ne daxwaza wan be, lê daxwaza navenda şerê taybet be ku wan bi rê ve dibe, li ser vê bingehê rojevên nû amade kiriye û daniye pêşiya wan.
Ya mayî jî partiya desthilatdariyê AKP û Tayyîp Erdogan e. Tayyîp Erdogan ku serkêşê dewletê ye, hîn jî dibêje 'Ya wê dest ji çekan berdin, ya jî em ê wan bi çekê wan binax bikin'. Rêveberiya AKP'ê bîranîna 13'ê Sibatê ya Komeleya Şêx Seîd bi hinceta 'Ewlehiya Cemaweriyê' asteng kir, destûr neda. Ji xwe hîn jî cihê gorên lîderên Kurdan Şêx Seîd û Seyîd Riza nayê zanîn. Desthilatdariya AKP'ê her wiha 15'ê Sibatê di roja salvegera komployê de Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Wanê ji wezîfeyê dûr xist û walî weke qeyûm danî şûna wan. Yanî îradeya siyasî ya ku gelê Kurd bi hilbijartinê ava kir, hîn jî bi hêza dewletê tê binpêkirin. Ji xwe ne pêwîste mirov qala serdegirtin û girtina bi dehan mirovan bikin.
Ev hemû rewşa AKP'ê û aliyê dewletê ye ku li pêşberî pêvajoya nû dikin û hewl didin bixin meriyetê.
Gelo di vir de pêvajo rast nayê fêhmkmirin, an jî şaş tê fêhmkirin? Li gorî hinekan rast nayê fêhmkirin. Li gorî van mirovan AKP şaş dike û hewl dide pêvajoyê têk bibe! Ji ber ku 'pêvajoya aştiyê' xera dike. Gelo pêvajoyeke aştiyê heye ku bê têkoşîn bê bidestxistin û her kes bi rehetî lê bijî? Bi dîtina me nîne û yên ku şaşitiya esasî dikin ew mirov in ku ji wan heye pêvajoyeke aştiyê ya bi vî rengî heye, yan jî wê hebe. Yên ku pêvajoyê rast tênagihêjin an jî şaş fêhm dikin ev in.
Em bala xwe bidin ser; Kurdan û hêzên demokratîk ji ber ku pêvajo rast fêhm kirin li hemberî komploya 15'ê Sibatê çalakiyên ewqasî xurt û berfireh lidar xistin. Ji ber ku zanin, pêvajoya veguherîna demokratîk a nû ew pêvajo ye ku têkoşîna demokrasî û azadiyê li her qadê hîn bêhtir û bi xurtî bê meşandin. Azadiya Kurdan û veguherîna demokratîk a Tirkiyeyê tenê bi têkoşîneke serketî dikare pêk were. Ji xwe xelkê Wanê jî xwedî li îradeya xwe derdikeve û li hemberî êrîşa qeyûm a faşîzmê serma û seqemê bi lehengî li ber xwe dide.
Li hemberî vê yekê desthilatdariya AKP û Tayyîp Erdogan jî pêvajoya nû rast dixwînin. Li ser vê bingehê zanin ku li Tirkiyeya demokratîk a li ser bingeha azadiya Kurdan wê sîstema wan a faşîst hilweşe û cihê wan tine be. Ji xwe kulûba dewlemendan TUSÎAD'ê bi gotina 'Sîstema heyî hilweşiya ye' li vê yekê mikur hat. Lewma Tayyîp Erdogan heta jê tê hewl dide pêşî li vê pêvajoyê bigire, pêvajoyê provoke bike, êrîşên faşîst-qirker li her derê zêde dike û hewl dide şer dewam bike. Ji ber ku rantxurê şer e, xwe ji şer xwedî dike, 23 sal in ji valahiya hêzên demokrasiyê sûdê werdigire û 15 sal in jî bi rewşa heyî ya şer li ser desthilatdariyê maye. Lewma ya ku AKP û Tayyîp Erdogan ji pêvajoyê fêhm kiriye ew e ku divê şer dewam bike, yan jî hêzên demokrasî û azadiyê bi temamî bê eciqandin û dîktatoriya Tayyîp Erdogan a faşîst dewam bike. Ji bo vê jî şerê taybet, di serî e şerê psîkolojîk di her mijarê de şer giran dike, li nava raya giştî ya hundir û derve hewl dide hêza bandorê ya Rêber Apo bişikîne.
Wê demê divê mirov ne li bendê be ku pêvajoya nû ya veguherîna demokratîk bi rehetî, bê têkoşîn, bi danûstandinên li dora maseyê bê meşandin û pirsgirêk hemû li ser vê bingehê bêne çareserkirin. Divê kes bi vî rengî fêhm neke, divê ji mirovên din re jî bê gotin, ku pêvajo bi vî rengî nîne. Pêvajoya nû ya ku hewl tê dayin bê meşandin, li gorî ya berê xwedî gelek rêbazên berfireh, zêde û dewlemend e. Pêvajoya têkoşînê ya girseyî ye. Pêvajoya hilweşandina faşîzmê bi têkoşîneke xurt e. Ji ber ku guherîn û veguherîna demokratîk tenê bi têkoşîneke bi vî rengî dikare pêk were, azadiya Kurdan û demokratîkbûna Tirkiyeyê tenê bi têkoşîneke bi vî rengî dikare bi cih bê anîn. Siyaseta demokratîk jî ji xwe tê wateya meşandina têkoşîneke bi vî rengî ya demokratîk a dewlemend û bênavber.
Em çalakiyên şermezarkirina komploya 15'ê Sibatê yên li her qadê û berxwedana xelkê Wanê ya li dijî qeyûm silav dikin.
Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka