YE wê pêkanînên li Sûriyeyê hatine ferzkirin, roja duşemê betal bike

Yekîtiya Ewropa piştî hilweşîna rejîma Esad bi îdîaya alîkariya ji bo avakirina jinûve ya Sûriyeyê, wê roja duşemê pêkanînan betal bike.

Li gorî nûçeya AFP’ê roja Îniyê hin dîplomat li Brukselê hatin ba hev û ragihandin ku welatên Yekîtiya Ewropayê wê 24’ê Sibatê roja Duşemê pêkanînên li Sûriyeyê hatine ferzkirin, betal bikin.

Wezîrên karên derve yên YE’yê wê roja duşemê li paytexta Belçîkayê bên ba hev.

Pêkanînên navborî sektorên bankavanî, enerjî û ragihandinê eleqeder dike.

Pêkanîn di sala 2011’an de di dema şerê navxweyî de li hikûmeta Beşar Esad û hemû sektorên ekonomiya Sûriyeyê hatibû ferzkirin.