Li Cizîrê 3 kes hatin girtin

Li Cizîrê 3 kesên di serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin hatin girtin.

CIZÎR

Polîsên Tirk di saetên serê sibê de li taxa Konakê ya navçeya Cizîrê ya Şirnexê bi ser malan de girtin û 3 kes binçav kirin. Hat zanîn ku di serdegirtina malan de kesên bi navê Murat Başkurt, Murat Yaşar û Engîn Beydemîr hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin piştî karên wan li midûriyeta polîsan qediya sewqî edliyeyê hatin kirin.


3 kesên ku îfadeyên wan li dozgeriyê hatin girtin, bi îdiaya "endamên rêxistinê ne" ji hêla dadgehê ve hatin girtin û wan şandin girtîgehê.