Ekolojîstan ‘fermana darvekirinê’ ya Çiyayên Kazê protesto kirin
Komeleya Çand û Jîngehê ya Egeyê (EGECEP) û Platforma Ekolojiyê ya Çiyayên Kazê têkildarî wêrankirina xwezayê ya li Çiyayên Kazê li Îzmîrê daxuyanî dan.
Komeleya Çand û Jîngehê ya Egeyê (EGECEP) û Platforma Ekolojiyê ya Çiyayên Kazê têkildarî wêrankirina xwezayê ya li Çiyayên Kazê li Îzmîrê daxuyanî dan.
Ekolojîstên li ber Navenda Çandê ya Turkan Saylan a Alsancakê ya Îzmîrê hatin ba hev û bi hildirtina pankartên "Ji madenvaniya hov re na" û "Ji zêr re na, ji jiyanê re erê" daxuyanî dan çapemeniyê.
Di çalakiyê de gelek parêzvanên mafên jiyanê û jîngehparêz beşdar bûn û timî dirûşmên “Xweza, jiyan, azadî” û “Zêr bi xwe ve nekin, nebin hevkarê sûc” hatin berzkirin. Koma muzîkê ya Ritim Orman jî konsera muzîkê da.
Di çalakiyê de Hevberdevkê EGEÇEP'ê Baha Okar axivî û diyar kir ku tevî Dadgeha Îdarî ya Çanakkaleyê biryara rawestandinû da jî qirkirina daran didome û anî ziman ku di encama qirkirina daristanê de zêdetirî milyonek dar hatin birîn. Baha Okar destnîşan kir ku herî dawî Dadgeha Bilind projeya madenê erê kir û got, "Ev biryar ji bo Çiyayên Kazê ‘fermana darvekirinê’ ye. Em vê biryarê ji bo şîrket û sermayê protesto dikin û bi vê wesîleyê diyar dikin ku têkoşîna hiqûqî bi dawî nebûye. Ji bilî têkoşîna xweza û jiyanê ti çareya me nemaye."
Çalakvan piştî vê daxuyaniyê ber bi avahiya Odeya Mîmaran a Îzmîrê ve meşiyan û beşdarî vekirina pêşangeha wêneyan a Begum Ormancî û Helîn Sînan bi navê "Axên ji çav hatine derxistin: Berxwedana Çiyayên Kazê” bûn.