Ji tirsa heqîqetê rojnamevan têne qetilkirin

Li pişt êrîşên leşkerî, komkujî û sûcên têne nixumandin tirseke mezin heye; eşkerebûna heqîqetê. Ji ber vê yekê xebatkarên çapemeniyê têne qetilkirin.

KOMKUJIYA LI DIJÎ ROJNAMEVANAN

Azîz, Nazim, Cîhan û xebatkarên din ên çapemeniya azad a Kurd çima hatin qetilkirin? Dabûn pey heqîqetê û li hemberî tarîtiyê şer dikirin. Êrîşên li ser çapemeniya Kurd û heqîqetê, cewhera her tiştî ye; ev yek şer bi xwe ye. Her ku dagirkerî kûr dibe zextên li ser heqîqetê jî zêde dibin. Nixumandina rastiya li pşşt operasyonên leşkerî, veşartina sûcên şer heye. Bi tinekirina amûrên ragihandina civakî yên ku li ber vî şerê qirêj radibin, dixwazin dengê heqîqetê bêdeng bikin.

Xebatkarên çapemeniya azad têne qetilkirin, ji ber ku şopandina heqîqetê tê wateya hilweşandina împaratoriya wan a derewan. Yên ku di salên 1990'î de gund şewitandin, çawa ku rojnamevanên komkujî eşkere kirin qetil kirin, îro jî êrîşî wan mirovan dikin ku sûcên şer ên li Rojava bi belge dikin. Her ku dagirkerî kûr dibe, êrîşên li ser mirovên heqîqetê radigihînin jî zêde dibe. Li pişt operasyonên leşkerî, komkujî û sûcên nixumandî tirseke mezin ye: eşkerebûna heqîqetê. Ji ber vê yekê êrîş li xebatkarên çapemeniyê tê kirin, têne qetillkirin.

Ji bo felaketa hiqûqî û civakî ya sîstema nû ya AKP'ê bê nixumandin êrîş li çapemeniyê tê kirin. Saziyên medyayê li gorî berjewendiyên xwe bi rêk û pêk dikin, hewl didin yên ku rastiyê diparêzin bêdeng bikin. Di vê demê de bi taybetî zextên li ser çapemeniya Kurd zêde bûn. Rojnamevan hatin girtin, saziyên çapemeniyê hatin girtin. Armanca wan ew bû ku nehêlin agahiya rast bigihêje gel. Dixwazin her kesên li ber şer radibin û mafên gelê Kurd diparêzin bêdeng bikin. Bi tepisandina çapemeniya Kurd a berxwedêr re hewl didin şer li ser civakê ferz bikin û civakê li dora polîtîkayên şer dîzayn bikin. Ji bo nixumandina sûcên xwe, ji bo veşartina rastiyên şer pêwîstiyê bi vê yekê dibînin. Wê li wê qada tarî tişta dixwazin bikira, zext bikira û daxwazên maf ên gel bitepisanda. Xwestin yên ku di oxira heqîqetê de bi salan têdikoşin bigirin, kedkarên çapemeniya azad bêdeng bikin, lê belê heqîqetê her carê ji wan derbas kir. Dawiya dawî ji bo vê sîstema xwe ya tirsê dewam bikin, karibin desthilatdariya xwe dewam bikin û şopên hiqûq û demokrasiyê jê bibin, neçar bûn çapemeniyê bêdeng bikin.

ARMANCÊN WAN QET NEGUHERÎ

Ev yek ne nû ye. Di salên 1990'î de kedkarên çapemeniya Kurd li naverastê dihatin qetilkirin. Rojnamevan hedefa kuştinên kiryar nediyar bûn. Piştî salên 2000'î hewl dan bi ceza, girtin û biryarên girtîgehê yên giran bêdeng bikin. Îro jî bi SÎHA, bi amûrên şer yekser qetil dikin. Ji bo dengê heqîqetê bêdeng bikin her carê rêbazên cuda bi kar anîn lê belê armanc ti carî neguherî: veşartina heqîqetê, tarîkirina çavên civakê. Ji bo karibin sûcên xwe binixumînin, gel bêdeng bikin û rastiyê bidin jibîrkirin serî li her rê û rêbazê didin. Rojnamevanên ku dan pey heqîqetê şehîd bûn, hinek ji wan hatin girtin lê belê ti carî dest ji nivîsandina rastiyê bernedan. Heqîqet dengê gelekî ye, nayê bêdengkirin.

BÊDENGÎ BI DAWÎ KIRIN Û RASTÎ PARASTIN

Ragihandina sûcên şer ên li Kurdistanê, ragihandina komkujiyên li hemberî sivîlan ragihînin her tim zehmet bû. dema ku li jêrzemînên Cizîrê civakek hate tinekirin, hewl dan wê hovîtiyê veşêrin. Sûcên xwe yên şer, mirovên bêguneh ên hatin kuştin, veşartin. Rojnamevanan di nava wê tarîtiyê de heqîqet dîtin. Li Rojava, Başûr, li cografya Kurd komkujiyên hatin kirin ji cîhanê re ragihandin. Kuştinên bi çekên kîmyewî, kuştina sivîlan eşkere kirin. Di nava vê tarîtiyê de ew bêdengî bi dawî kirin û heqîqet parastin.

ÇAPEMENIYA AZAD XWE BI HEQÎQETÊ XWEDÎ DIKE

Di şer de destpêkê heqîqet tê kuştin. Propaganda dikeve dewrê, derewên ji şerê qirêj gel dorpê dikin. Çapemeniya azad xwe ji heqîqetê xwedî dike. Ew rastiyan dinivîsîne û dibe dengê têkoşîna azadiyê ya gelekî. Çapemeniya azad tê wateya şopandina azadî û heqîqetê. Ji ber vê yekê hewl didin vê kevneşopiya çapemeniyê tine bikin, lê vê ji bîr dikin; heqîqet ti carî nikare bê kuştin. Belê ew hatin qetilkirin, lê belê bi heqîqetê re di şer de bi ser ketin. Ew ne tenê rojnamevan bûn, ew dengê gelan bûn. Di tarîtiyêe de her tim heqîqet diparastin û tevlî karwanê nemiran bûn.

RÊBAZEKE ŞER A BI RÊK Û PÊK

Azîz Koyluoglû bû rojnamevanê pêncemîn ku di nava 6 mehên derbasbûyî de ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin. Ev tesadufî nîne, rêbazeke şer a bi rêk û pêk e. Hemû rojnamevanên didin pey şopa heqîqetê û çaemeniya Kurd ji ber ku sûcên şer eşkere dikin dibin hedef. Kurd bi yekbûna li dora heqîqetê bi xurtî dest bi sedsaleke nû dikin. Weke parêzvanên azadî û mafên demokratîk bûne keleha berxwedanê. Ji ber vê yekê li hemberî van destketî û hêviyê ewqasî êrîş dikin. Dixwazin di vê sedsalê de jî Kurdan dîl bigirin. Armanca wan tinekirina maf, azadî û nasnameya gel e.

Soz ji Azîz Koyluoglû re; yên ku li ser rêya heqîqetê şehîd bûn wê neyên jibîrkirin, heqîqet wê ti carî nikaribe bê bêdengkirin.