Tirkiye şensê xwe yê dawî îsraf dike

Projeya çareseriyê ya Rêber Apo ji bo Tirkiyeyê rêya xilasiyê ye û şansek e. Lê mixabin ev şansa dawî jî tê îsrafkirin. Hewl tê dayîn ku siyaset û zîhniyeta Tirkiyeyê aniye vê halê bê dewamkirin.

Feyde heye ku mirov cara dawî li binê vê rastiyê bi awayekî vekirî xêz bike. Tenê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikare di navbera Kurdan û Tirkiyeyê de aştiyê pêk bîne. Di serî de hemû rayedarên dewletê, rewşenbîr, nivîskar, siyasetmedar û hunermendên Tirkiyeyê vê rastiyê dizanin.Lê belê rejîmeke ewqas mezin û tirsnak hatiye avakirin ku kes nikare vê heqîqeta heyî bi awayekî rast bîne ziman. Ji ber dizanin eger tiştek wiha bînin ziman dê çi were serê wan.

Ji ber ku li holê mînaka Serokkomar Turgut Ozel heye. Turgut Ozal gotibû “Em dikarin bi Kurdan re li ser federasyonê jî nîqaş bikin. Di encamê de berdêla van gotinan bi canê xwe da. Dîsa mînaka Serokwezîr Necmettîn Erbakan heye. Necmettîn Erbakan sonda “Ez Tirk im, rast im..” bi bîr xistibû û gotibû “Eger tu wiha bibêjî, wê kesek derkeve û bibêje ez jî Kurd im û rast im…” Berdêla vê gotinê bi jiyana xwe ya siyasî dabû. Tenê ji ber vê gotinê Necmettîn Erbakan xistin rewşeke ji mirinê xerabtir.

Em çima vê yekê niha tînin ziman? Ji ber ku bi awayekî cidî û vekirî nêzî hevdîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û heyeta DEM Partiyê û peyamên tê dayîn nabin. Mînak desthilatdariya AKP’ê tenê dibêje “Divê PKK’ê tavilê xwe fesx bike.” Tiştek din nabêje! Eger PKK’ê xwe fesx bike wê çi bibe? Ma qey beriya 50 salan PKK’ê hebû? Kurdan ji ‘Cemiyeta Tealî a Kurd’ û vir ve bi sedan rêxistin ava kirine. Em rêxistin bidin aliyek, rêxistinên eşîr û qebîle hene, civakeke ku bi hezaran sal in bi awayekî rêxistinkirî hebûna xwe dide berdewamkirine. Di hin deman de weke eşîr û qebîle li ber xwe dan, di hin deman de weke şêx û seydayan li ber xwe dan û di hin deman de jî bi avakirina rêxistinên siyasî û leşkerî yên nûjer li ber xwe dan. Îcar eger ev PKK’ê bê fesxkirin, Kurd wê rêxistineke nû ava nekin? Ma qey nikarin xwe ji hemû aliyan ve birêxistin bikin û berxwedana azadiyê bimeşînin?

Navenda partiyên ku heyeta DEM Partiyê çûye serdana wan dibêjin “Ev hewldanên bi qîmet in, em jî baş dibînin û destek didin”, lê “kîjan hewldan bi qîmet e, çi baş dibînin û destek didin çi? vê yekê nayînin ziman û navek lê nakin. Ji ber ku ditirs in. Mînaka Ozal û Erbakan tînin bîra xwe û rastiya Kurd nayînin ziman. Vê yekî jî weke ‘hostetiya siyasî’ dibînin. Helbet ev helwest jî xizmetê ji dirêjkirina temena Tayyîp Erdogan ê ku her tiştî bi desthilatdariya xwe ve girê dide, dike.

Li Tirkiyeyê îro li ser ziman be jî behsa ‘aştiyê’ tê kirin û bendewarî ji Îmraliyê tê kirin, lê ji bo vê fikir, siyaset û gotin û tevgereke guncav nîne. Em bala xwe bidin AKP’ê: Tayyîp Erdogan û berdevkên AKP’ê yên din bêyî navber dibêjin “Wê PKK’ê binax be.” Ji bo PKK’ê weke “rêxistina terorê” bê îlankirin û planên êrîşên nû bi armanca tinekirina PKK’ê pêk bîne, diçe Bexda û Şamê. Şaredariyên DEM Partiyê ku di encama hilbijartinê de hatine bidest xistin, desteser dike û qeyûm tayînê wê dike. Ji bo ku bi CHP’ê re rageşiyê derxe serî li her rê û rêbazê dide. Rojnamevan, siyasetmedar û her kesên dijberî xwe weke mûxalîf dibîne digire û dixe zindanan. Li Bendava Tişrîn û Pira Qereqozaxê Kurdan û gelê sivîl bombe dike û komkujiyan pêk tîne. Eşkereye ku desthilatdariya AKP’ê ji şer sûdê werdigire û xwe li ser şer xwedî dike.

Îcar di van hemû nêzîkatiyan de cidiyet û zelalî hene? Bi awayekî zelal diyare ku nîne. Halbûkî li ser Kurdistanê şer tê gurkirin. Hewldanên Îsraîl û Îranê her ku diçe zêdetir dibin. Desthilatdariya Baas li Sûriyeyê hilweşiya û dor hate Tirkiyeyê. Li ser bingeha rêya enerjiyê ya nû ku Tirkiye dervî wê digire li tevahiya Deryaya Spî ya Rojhilat hat paqijkirin, dor hate Qibrisê. Di 24’ê Tîrmeha 1923’yan de bi desteka Brîtanya û Fransayê li dijî Kurdan Peymana Lozanê îmzekirin. Lê niha hêzeke cidî ku pê re hevkariyê ji bo dijberiya Kurd bike jî nîne. Eşkereye ku siyaseta dijminahî û dijberiya Kurd Tirkiyeyê aniye ber asta hilweşînê û kir nava felaketeke mezin. Yekane hêza dikare Tirkiyeyê ji vê felaketê rizgar bike, demokratîkbûna Tirkiyê li ser esasê azadiya Kurd e. Yekane kesê dikare vê pêk bîne Rêber Apo ye.

Bi awayekî eşkere tê dîtin ku projeya çareseriyê ya Rêber Apo ji bo Tirkiyeyê rêya xilasiyê ye û şansa dawî ye. Lê mixabin ev şansa dawî jî tê îsrafkirin. Hewl tê dayîn ku siyaset û zîhniyeta Tirkiyeyê aniye vê halê bê dewamkirin. Di vê mijarê de nêzîkatiyeke cidî û zelal nîne û rast nêzî rastiya gelê Kurd û mafên wan ên demokratîk nabin.

Dikare bê gotin “Tirkiye aştiyê naxwaze, mîna sed salên derbasbûyî ji vir û pê ve jî wê li dijî Kurdan şer bike û hebûna xwe bidomîne!”  Helbet ev jî fikir û siyasetek e, lê encama pratîk û zîhniyeta sed salan li holê ye. Ev siyaset û zihniyet tiştek bi Tirkiyeyê da qezenckirin? Helbet neda qezenckirin. Krîza aborî, civakî û siyasî ya ku îro Tirkiye dijî li holê ne. 

Ji bilî vê yekê, cîhaneke mîna ya sedsala derbasbûyî ku Tirkiye li ser piyan bigire jî nîne. Cîhana heyî ya ku Komara Tirk tê de cih digire, li Rojhilata Navîn di qada Ereban de sîstema netew-dewletê hilweşandiye û niha dor hatiye netew-dewleta Tirk. Bi zîhniyet û siyaseta heyî re cihek nîne ku Komara Tirk biçe û paşerojê lê bijî.

Ji ber vê yekê divê her kesên li Tirkiyeyê, bi taybetî jî desthilatdarî êdî cidî û zelal bin. Cidiyet û zelalbûn beriya her tiştî tê. Ji ber ku tiştekî ku ev dewlet di nava sed salan de nekir nemaye. Bi sedan û bi hezaran mirov çawa hatin qetilkirin û hestiyên wan li ku ne, hê nediyar in. Pirsgirêkek cidî ya rûbirûbûna bi rabirdûyê re heye. Ji bo vê pêwîst e di serî de cidî û zelal be, ji bo bi paşerojê re rûbirû were, nêzîkatiyek wêrek raber bike û bi avakirina komîsyoneke rayedar a li meclîsê re destpê bike.

Eger Tirkiye tevî desthilatdarî û mûxalefeta xwe cidî be, hingî ji bo pêşvebirina însiyatîfa aştî û çareseriyê ku Rêber Apo dixwaze berpirsyariyê bigire ser milê xwe, divê em ji ku dest pê bikin? Eşkere ye ku şertê destpêkê yê vê yekê, ragihandina agirbesta dualî ye. Bêyî agirbest diyar e ku di hawira şer a heyî de nîqaşeke vekirî û rehet nayê kirin. Dîsa tecrubeya agirbestên yekalî ku di demên berê de gelek caran hatin îlankirin nîşan dide ku bêyî agirbesta dualî nîqaş û biryareke cidî çênabe.

Şertê duyemîn ê destpêkirinê ew e ku Tirkiye bi rastî jî hebûna gelê Kurd û mafên wan ên demokratîk di asta zîhniyet û siyasetê de qebûl dike û ji bo avakirina destûra bingehîn û sererastkirinên qanûnî li gorî vê yekê bikeve nava hewldanan. Eger guhertineke destûrî û qanûnî nebe, gotina "em rastiya Kurd nas dikin" wê ti encameke şênber bi xwe re dernexe holê. Di sala 1992'yan de Serokwezîr Suleyman Demîrel got, "Em rastiya Kurd nas dikin" û piştre jî weke Serokkomar 7 salan şerê qirkirinê yê Kurdan koordîne kir. Dîsa eger hebûna Kurdan weke gel ji aliyê fikrî û siyasî, ciddî û samîmî neyê qebûlkirin, di çareseriya pirsgirêkê de gavek bi tenê jî nikare bê avêtin. Ji ber her kes têgeha "Pirsgirêkê" li gorî xwe fêm dike. Her wiha, ji bo înkarkirina hebûna gelê Kurd, hebûna Tirk a dîrokî jî tê înkarkirin. Mînak, bi rastî jî Tirk weke qewmek ji Asyaya Navîn hatine? Yan jî ew berdewama dewleta Sumerê ne? An jî weke destûra bingehîn a heyî pênaseya "yên ku ji aliyê hemwelatîbûnê ve bi Dewleta Komara Tirkiyeyê ve girêdayî ne Tirk in" derbasdar e? Di rastiyê de di pênaseya dîrokî ya Kurdan de pirsgirêkeke cidî nîne, lê pirsgirêk di pênasekirina rastiya Tirk de heye. Ji ber vê jî beriya her tiştî divê pênaseyek rast û bi zanabûn ji bo Tirkbûnê bê dîtin.

Şerta sêyemîn ê destpêkirinê jî, jiholê rakirina sîstema êşkencê û tecrîdê ya li Îmraliyê û avakirina şert û mercên azad û ewle ji bo xebatên Rêber Abdullah Ocalane. Rêber Apo di rewşa heyî ya li Îmraliyê de çawa dikare daxuyanî bide û kî dikare xwe bigihîne? Ji ber şert û mercên tecrîdê yên heyî, PKK’ê jî di nav de her kes çawa dikare hevdîtin bike ango agahî bigire? Jixwe her tim di nava zextê de tê ragirtin û êşkenceyên psîkolojîk tên meşandin. Mînak, gotinên Devlet Bahçelî û rayedarên AKP'ê yên "divê tavilê daxuyanî were dayîn" ne zexteke şênber û êşkenceya li ser Rêber Apo tê kirin e? Ji ber vê bi zext û êşkenceyê pirsgirêk nayên çareserkirin û ji bo çareseriya demokratîk hewireke azad a xebatê hewce dike.

Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka