Ronîkirina roja reş

15’ê Sibatê ya vê carê wê cuda be. Diyar e wê di aliyê coş û girseyîbûnê de hinekî bişibihe mîna ya destpêkê. Wê Roja Qirkirina Kurdan bikin rojeke rastteqîn a Azadiyê.

Di dawiyê de ew kêliya ku bi bawerî, bi rik û bêrîkirin dihat hêvîkirin û kêliya ku ji bo wê têkoşîna herî watedar a dîrokê hat dayîn, hat. Xuya ye 15'ê Sibatê ku Kurdan 26 sal in weke 'roja reş' bi nav dikin, di vê salvegerê de veguhere rojek spî. Mîna ku her kes bêhna xwe girtibe û li benda dengê ku dê ji Îmraliyê bibihîse. Di lîteraturê de têgehên wekî 'qifilîn' an jî 'lêhurbûn’ hene. Tê dîtin ku di asta civakî de her kes bala xwe daye ser Îmraliyê. Her kes li bendê ye ku Rêber Apo pêvajoyeke nû bide destpêkirin.

Helbet bi hêsanî û jixweber negihişt qonaxeke bi vî rengî. Berovajî, bi têkoşîneke dîrokî ya 26 salan hate bi dest xistin. Gotin di cih de be bi zor û zehmetiyên mezin hat bi dest xistin. Rêber Apo beriya her kesî û ji her kesî bêhtir ev kir. Yên ku dixwazin vê rastiyê fêm bikin, divê 26 salan li paş xwe binêrin. Kesên ku di wê pêvajoyê de derbas bûne, divê raboriya xwe nû bikin û hewl bidin ku çi jiyane bînin bîra xwe. Ciwanên ku wê pêvajoyê nejiyane, ji kerema xwe re bila li arşîvan binêrin, ka di wê pêvajoyê de kî çi gotiye. Bila lêkolîn bikin. Wê çaxê wê çi bibînin, çi nebînin!...Wê bibînin ku gelek heqeret, gotinên biçûk xistinê û heta gotinên ku dibêjin ‘Êdî Apo qediyaye’ hene.

Di wê demê de hin kesên ku ji xwe re digotin welatparêz û demokrat in, herî zêde ew zext li rêveberiya PKK'ê dikirin. Digotin, 'Divê dev ji Rêber Apo bê berdan, li Îmraliyê tiştek neyê kirin. Eger wisa berdewam be, wê ji bo têkoşîn û destketiyên berê heyf be.' A rastî ne bêheq bûn. Şoreşgerên di zindanên asayî de nedikarîn tiştek bikin. Hele Rêber Apo ku kirine ciheke mîna Îmraliyê. Ciheke mîna tabûtê de dihat rakirin, Li hewreke wiha Rêber Apo dikare çi bike! Bi kurtasî, li gorî hişmendiya piranî mirovan, tiştek ku Rêber Apo ku di tabuta Îmraliyê de hate ragirtin, nemaye bike.

Lê belê kesên wiha tiştek hebû ku nizanibûn: Rêber Apo ne mirovekî ji rêzê bû û xwedî zekayek mezin bû. Got, "Zehmet e lê ez dikarim bi ser kevim, şensekê bidim min û li min binêrin." Li pey gotina xwe sekinî, di nava zor û zehmetiyê de serketinê bi dest xist û tiştên ku hişê mirovan nagire pêk anî û van rojan ava kir. Yên ku ew ji nêz ve nas dikirin û jê bawer dikirin jî, her çend qels be, hewl dan wî bişopînin û girêdana xwe biparêzin.

Baş e, 26 sal in Rêber Apo li Îmraliyê çi kiriye? Bersiva herî baş û rast ev e: Wî çi nekir? Tişta ku di sedsala dawî de kesî nekariye li derve û li girtîgehan bike, pêk aniye. Tişta ku bi xwe jî nekarî li derve pêk bîne, li ciheke mîna Îmraliyê bi ser xist. Li ser navê tevgerên azadiyê yên di dîroka mirovahiyê de derketine holê rexnedayîneke kûr û dîrokî da û di xeta azadiyê de veguherîneke paradîgmayî kir. Rastiya azadiyê ji amûrên mîna desthilatdarî û dewletê rizgar kir û bi civaka demokratîk û rêveberiya demokratîk ve girê da. Bi vê yekê rêya azadiya hemû gelê bindest û bi taybet jinan derxist holê. Bi sîstema konfederal a demokratîk û jiyana neteweyî ya demokratîk re ji bo hemû pirsgirêkên civakî projeya çareseriyê pêşkêş kir.

Ên ku beriya 26 salan Rêber Apo li Imraliyê dîl girtin, beriya her tiştî armanc kirin ku pêşî li fikra wî bigirin û dengê wî bibirin. Baş e encama 26 salan çi ye? Eşkere ye ku Rêber Apo ji her kesên li hundir an jî derve bêhtir û kûr fikiriye. Rêber Apo jixwe dema ku li derve bû sînorên Kurdistanê derbas kiribû, lê li Imraliyê ji sînorên Rojhilata Navîn derbas bû û bû fikir û dengek ku li hemû dinyayê belav bû. Êdî ne tenê weke Rêberê Gelê Kurd, mîna rêberê hemû bindestan hat dîtin. Baş e kî bi ser ket? Eşkereye ku, Rêber Apo ye! Baş e, wê demê sîstema Îmraliyê ya ku bi awayekî zirxî hatibû dorpêçkirin, çi jê hat? Helbet mîna bêjingê qul qulî bû! Niha jî hemû dîwar tên parçekirin. Hem jî bi destê yên ku avakirine!

Helbet Tevgera Azadiyê ya ku Rêber Apo şopand, gelê Kurd bi jin û ciwanên xwe û hemû dostên şoreşger û demokrat jî tevkariyeke girîng li derketina encameke bi vî rengî kir. Beriya her tiştî bi baweriya bi Rêber Apo re û hewla fêmkirina wî û pratîkkirina wî re gava rast hat avêtin. Bi rastî jî têkoşîna herî wêrek û fedakar a dîrokê meşandin. Gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat, enternasyonalîstên ku ji çar aliyên cîhanê veqetiyan û xwedî li têkoşîna Kurdistanê derketin, zêdeyî sî hezar şehîd dan; Bi rastî jî berxwedaneke fedaiyane ya destanî meşandin.

Baş e mirov dikare van heqîqetan înkar bike? Eger nankor nebin bila van heqîqetan bi bîr bînin. Bila zehmet bikin li arşîvan binêrin Wê çaxê dê heqîqetê zelaltir bibînin. Dê fam bikin ku wêrekî û fedakariyeke çawa ye. Dê vê tevgera herî fedakar û watedar a dîrokê bibînin. Dê bibînin ku ji 30 hezarî zêdetir şehîd hatine dayîn. Dê bizanin ka çend hezar kes girtî ne, Êşkenceyên çawa li wan hatine kirin û çend mîlyon cih û warê xwe terikandiye û bûne penaber. Ev roj bi vê têkoşîna dîrokî hatiye afirandin.

Helbet niha jî Pêngava Azadiyê ya Cîhanî heye ku ji 10’ê Cotmeha 2023’yan ve bi armanca dabînkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo didome. Ev roj wekî goşt û nênûkê girêdayî vê pêngavê ne jî. Pêngavê paradîgmaya Apoyî û têkoşîna azadiya Kurdistanê belavî cîhanê kiriye. Niha tê piştraskirin ku pêngav dê di sala xwe ya duyemîn de dê destkeftiyên mayînde bi dest bixe. Helbet gelek girîng û rast e mirov ji niha ve li benda gotina Rêber Apo be û li ser wê hûr bibe.  Lê divê mirov vê yekê  ji rastiyan serbixwe negire dest. Divê neyê jibîrkirin ku ev rewş encama berxwedaneke dîrokî û mezin ya 26 sala ye.

Helbet divê mirov aliyên din jî bibîne û her tiştî li Rêber Apo bar neke. Yanî pirsgirêk ne tenê ya Rêber Apo ye, ya me hemûyan e. Loma erk jî ne tenê ya Rêber Apo, ya me hemûyan e. Her tişt bi daxuyaniyeke ku dê ji Îmraliyê bê çareser nebe. Daxuyaniyeke wisa tenê dikare rê nîşan bide. Pêkhatina çareseriyê dê bi ked û têkoşîneke mezin pêk were. Çawa ku ev 26 sal e her tişt bi têkoşînê bi dest ket, ji niha û pêve jî dê her tişt bi têkoşîn û xebateke hîn zêdetir rêxistikirî û wêrekiyê were bidestxistin.

Loma da ku em di vê wateyê te nexafilin û tenê li bendê nesekinin. Berovajî wê divê her tim Rêber Apo bişopînin, hewl bidin wî baş û rast fam bikin. Her wiha gelek girîng e ku em berpirsiyariyên xwe diyar bikin û di dem û wexta xwe de bi awayekî serkeftî bi cih bînin. Mirov dikare bêje ku pêvajoya nû dê bi vî awayî pêş bikeve, hemû dek û dolap dê ji holê bên rakirin û her tişt dê li ser vê bingehê bi dest bikeve.

Dema em pêşwaziya 15’ê Sibateke nû dikin, diyar e ku gelê Kurd û dostên wan di nav hizr û kelecaneke wiha da ne. Çalakiyên protestoyê yên li dijî komploya 15’ê Sibatê û pergala êşkence, qirkirin û tecrîdê ya Îmraliyê li ser vê bingehê tên amadekirin. Bi awayekî eşkere tê dîtin ku ev 15 Sibat wê ji yên din cuda be. Diyar e wê ji aliyê kelecan û tevlîbûnê ve hinekî bişibe ya yekemîn. Ji ber ku ya yekemîn wateya komploya 15’ê Sibatê di bîr û hişê me de bi cih kir û roja 15’ê Sibatê ji bo Kurdan wek “roja reş” îlan kirin. 

Niha 15’ê Sibata 26’emîn dê roja reş ronî bike. Dê roja qirkirina Kurdan veguherîne rojeke rast a azadiyê.Nexwe da ku em roja reş ronî bikin û Roja Qirkirina Kurdan ji bo her kesî bikin Roja Azadiyê ya rasteqîn, qadan û kolanan tijî bikin. Em banga rakirina pergala Îmraliyê û ji bo Rêber Apo şert û mercên guncan ên xebatê bikin. Em qadan tijî bikin û serdestan neçarî vê yekê bikin!

Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka