Li gorî hikûmeta Elmanyayê Rûsya hewl dide ku destwerdana hilbijartinê bike

Hikûmeta Elmanyayê ragihand ku Rûsya hewl dide ku destwerdana hilbijartinên li Elmanyayê bike û têkildarî vê mijarê li ser medyaya dijîtal agahiyên şaş belav dike.

Berdevkê Wezareta Karên Hundirîn a Elmanyayê  Maximilian Kall ragihand ku rayedaran du operasyonên cuda yên dezenformasyonê yên ji aliyê Rûsyayê ve hatine kirin, tespît kirne.

Hate ragihandin ku vîdeoyên têkildarî pûsûlayên dengdanê yên sexte û pûsûlayên dengdanê yên ku têne qetandin, hatine weşandin.

Hikûmeta Elmanyayê destnîşan kir ku ev kiryar dişibin kiryarên koma propagandayê ya bi navê "Storm-1516" ku Kremlîn piştgiriyê dide koma berbehs.

Her wiha tê zanîn ku heman koma propagandayê beriya niha di hilbijartinên DYE’yê de kampanyayên têkildarî biçûkxistina namzeta Demokrat Kamala Harrisê dabû destpêkirin. 

HEWLÊN DESTWERDANÊ

Elmanya ku yek ji mezintirîn hevkarê leşkerî yê Ûkraynayê ye, bi hinceta ku Rûsya hewl dide destwerdana hilbijartinê dike, tevdîrên hewce digire.

Serwisên îstixbarata Elmanyayê radigihînin ku Rûsya ji bo belavkirina agahiyên şaş serî li avakirina malperên nûçeyan ên sexte, belavkirina gotarên manîpulatîf  dide û êrîşên sîber pêk tîne. 

DYE JÎ DESTWERDANÊ DIKE

Ji bilî destwerdanên Rûsyayê, hilbijartinên Elmanyayê li DYE’yê jî tên nîqaşkirin. Kesên ji derdora rêveberiya Trump daxuyaniyên ku bandorê li hevsengiya siyaseta Elmanyayê bikin, didin.

Siyasetmedarên Elmanî van daxuyaniyên DYE’yê weke ‘’destwerdanekê’’ pênase dikin û nerazîbûnên xwe nîşan dan.

Her wiha hêjayî bibîrxistinê ye ku li gorî anketan di hilbijartinên Elmanyayê de ku dê roja Yekşemê were kirin,  partiya CDU’yê ji AFD’ê zêdetir dengan distîne.