Tecrîd bi şandina nameyan hat şermezarkirin
Komuna Jinê ya Arîn Mîrkan a li Bîelê, name ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re şand.
Komuna Jinê ya Arîn Mîrkan a li Bîelê, name ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re şand.
Endamên komunê di çarçoveya çalakiyên xwe yên roja Çarşemê de, ku her hefte li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin, name şandin.
Bi qasî 30 name duh ji Îmraliyê re hatin şandin. Di daxuyaniya li ser navê Komuna Jinê ya Arîn Mîrkan de hat ragihandin, çalakiyên wan heta rabûna tecrîdê wê dewam bikin.