BI DÎMEN

TAJÊ: Em ê bi yekîtiya xwe hesab ji sûcdaran bixwazin

Li Musilê, bi pêşengtiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ji bo şermezarkirina bûyera şewitandina 19 jinên Êzidî ku sala 2016’an de qewimî bû, daxuyanî hat dayîn.

Bi pêşengtiya TAJÊ û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ya Şengalê îro li Musilê daxuyaniye khat dayîn. Di 3’yê Hezîrana sala 2016’an de, li Musilê 19 jinên Êzidî bi hinceta ku Musilmantî qebûl nakin û rojî nagirin di hindirê qefesekê de li orta kolanê bi awayekî hovane ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ ve hatibûn şewitandin. Bi rasthatina salvegera qetilkirina 19 jinan li cihê bûyerê ji aliyê rêxistin, siyasetmedar, çalakvan û rojnemevanên jin yên Iraqê ve bi daxuyaniyek hat dayîn û bûyer hate şermezar kirin.

Daxuyanî ji aliyê Hevseroka Desteya Rêveberiya xweser a Şengalê Riham Hesen ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ser rola jina Êzidî di parastina çand û baweriya Êzidiyatiyê de û hate diyar kirin ku êş û fermana ku civaka Êzidî dîtiye ne kêm e û yê ku bûn qurbanê fermanê jinên Êzidî bûn. Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku encex bi yekîtiya jinan dikarin tolê ji sûcdaran rakin.

Naveroka daxuyaniyê bi vî rengî ye:

Hevseroka Desteya Rêveberiya xweser a Şengalê Riham Hesen di destpêka daxuyaniyê de destnîşan kir ku yê di cewhera xwe de Êzidiyatiyê mayinde dike jin e û wiha berdewam kir: “Êzidyatî yek ji kevintirîn baweriya li ser axa Mezopotamya ye. Civaka Êzidî di dirêjahiya  dîrokê de, li ser vê axê 74 caran qirkirin jiyan kiriye. Ji bo ku  çand û  baweriya civaka Êzidî ji holê rakin, di her fermanê de jin hedef hatiye girtin. Ji ber ku yê di cewherê xwe de Êzidiyatiyê mayînde dike û diparêze jina Êzidî ye. Zihniyeta baviksalarî a desthiladar, di hemû şeran de jinan wek ganimet dibînin, direvîn in,  difiroşîn, tacîz û tecawiz dike, mêran jî dikujin û serî  jêdike.”

‘JIN Û ZAROK BÛN QURBAN’

Di dewama daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku herî zêde jin û zarok bûn qurbaniyê fermana 74’an û wiha hate gotin: “Çeteyên DAÎŞ’ê 3/08/2014 li Şengalê  fermana 74 an bi ser civaka Êzidî de anî. Bi hezaran Êzidî ji cih û warên xwe koçber bûn, hatin kuştin û dîl girtin. Di vê fermana mezin û giran de qûrbaniya herî zêde jin û zarok bûn. Çeteyên DAÎŞ ê bi hezaran keç û jinên Êzidî revandin, di bazarên weke Musil û Reqayê de firotin, tecawiz kirin û qetil kirin. Mirovên Êzidî yên ku dîl hatin girtin bi zorê ji baweriya wan a Êzidyatiyê dûr xistin û ola İslamiyetê li ser wan feriz kirin. Heya niha çarenûsa bi hezaran jin, zarok û mirovên Êzidî yên di destê çeteyên DAÎŞ’ê de ne diyar e.”

‘DI QEFESÊN HESIN DE ŞEWITANDIN’

Her wiha bal hat kişand ser bûyera bi êş ya şewata 19’e jinan û wiha hate gotin: “3/06/2016  an di meha remezanê de  eteyên DAÎŞ’ê 19 jinên Êzidî ji ber ku dev ji baweriya xwe Êzidyatiyê ber nedan, di qefesên hesin de zindî şewtandin. Ev bûyera hovane ku li tu devera cîhanê nehatiya dîtin, ji cîhanê re da diyar kirin ku DAÎŞ rêxistinek herî hov û barbar a vê sedsalê ye. Heya niha nasnameya 19 jinên Êzidî nehatiya eşkere kirin û ti lêkolîn di vê mijarê de nehatiya kirin.”

TAJÊ di şexsê 19’ jinên berxwedêr de hemû şehîdên fermanê bi bîr anî û soza şopandina riya wan da û wiha got: “Em Tevgera Azadiya Jinên Êzidî ( TAJÊ ) di 8’emîn salvegera şewtandina 19 jinên Êzidî li cihê ku ev bûyera hovane lê hatiye jiyan kirin amade ne.  Di şexsê 19 jinên Êzidî de, em hemû Şehîdên fermanê bi bîr tînin û bi hurmet bejna xwe li ber bîranên wan ditewînin.”

‘BÊDENGÎ TÊ WATEYA PIŞTGIRIYÊ’

Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ser bêdengî û bê helwestiya navnetewî û wiha hate gotin: “Şewitandin ango qirkirina  jinan tê wateya  şewtandin û qirkirina jiyanê. Ev kiryarên DAÎŞ’ê heya dawî dervayî exlaq û wijdanê mirovahiyê ye. Heya vê kêliyê saziyê mafê mirovan her wiha civaka navnetewî di nav bêdengiykê de ne, helwestek cidî nîşan nedane. Bêdengî tê wateya piştgirî dayîna DAÎŞ’ê û hevkarên wan PDKê.”

‘BI YEKÎTIYA JINAN EM Ê HESAB BIXWAZIN’

Di dawiya daxuyaniyê de hat diyar kirin ku bi yekîtiya jinan wê hesab ji sûcdaran bixwazin û wiha hate diyar kirin: “Bêguman, ev bûyera bi êş hêrsa me li hemberî dijmin mezin dike. Bi tekoşîn, berxwedan û yekîtiya jinan em ê hesabê vê bûyerê û fermana 3.8.1014 an bixwazin û dengê xwe ji bo xweparstinê bilind bikin. Di dawî de em Tevgera Azadiya Jinên Êzidî bang li tevahî jinan, saziyên civakî û mirovên demokrat dikin ku ji bo darizandina DAÎŞ ê û hevkarên wan PDK ê, em bi hev re dengê xwe ji bo edaletê bilind bikin.”    

Daxuyanî bi dirûşmeyên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bi dawî bû