Sîwana Meclîsa Jinên Êzidî têkîldarî Cejna Cûmaya Lalişê daxuyaniyek nivîskî weşand û destnîşan kir ku pîrozbahiya Cûmaya Şêx Adî li perestgeha Lalişa Nûranî ji bo civaka Kurdên Êzîdî xwedî wateyek girîng e.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku di baweriya Êzdatiyê de her sal 6-13’ê Cotmehê Êzîdî diçin ber Lalişa Nûranî û pê ziyaret dibin û bi vê minasebetê ve jî Cejna Cûmaya Şêx Adî li tevahî civaka Kurdên Êzîdî pîroz kir.
Di berdewama daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Lê mixabin duh li Rojavayê Kurdistanê li bajarê Hesekê merasîma 35 mirovên bêguneh, ku ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve di dawetê de bi hovîtî hatibûn qetilkirin pêk hat.
Em bi minasebeta vê roja pîroz, ji Êzdayê dilovan ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane rehmê û ji malbatên wan re sersaxiyê dixwazin. Hemû komkûjiyên ku li dijî gelê Kurd li her çar aliyên Kurdistanê tên meşandin, rasterast komkujiyên li dijî civaka Êzidî ye. Bi berdewamî hewl didin vîna gelê Kurd bidin şikandin.
Wek Sîwana Meclîsa Jinên Êzîdî êşa malbatên wan parve dikin, bejna xwe li ber hemû cangoriyên Kurdistanê ditewînin.
‘HEWL DIDIN ROJÊN CEJN Û ŞAHIYÊN ME BI XEMGÎNÎ BIDIN DERBASKIRIN’
Ev bi sed salan dijminê gelê Kurd bi êrişên xwe yên hovane û şerên ku didin meşandin her daîm hewl didin rojên cejn û şahiyên me bi xemgînî bidin derbaskirin.
Wek civaka Êzidî bi taybetî jî jinên Êzidî me bi fermana 73'yan dest bi têkoşîna xwe ya rêxistinî û xweser kiriye. Êdî em bi Tevgera xwe ya Azadiya Jinên Êzîdxanê li beramberî van qirkirinan têdikoşin, xwe diparêzin û xwe bi xwe bi rê ve dibin.
Lewra jî di vê roja pîroz û heman demê xemgînî de em ê wek SMJÊ li ser hîmê pîvanên û biryarên TAJÊ bi awayekî hîn xurttir xwe bi rêxistin bikin û hesabên van komkûjiyan bistînin.”
‘PDK’Ê KET NAV HEWLDANA FERMANA 73’YAN’
Sîwana Meclîsa Jinên Êzidî destnîşan kir ku dîsa jî li beramberî provokasyonên ku ji aliyê rayedarên PDK ve ji roja 03 Tebaxa 2014’an û vir ve ku bi awayekî hîn bêhtir vekîrî û hovane li ser civaka Êzidî dide ferzkirin, wê ti carî serî netewînin û wiha pê de çû; “Herî dawî kuştina 2 peşmergeyan ku rayedarên PDK’ê xwestin bixin stuyê civaka me ya Êzidî, di bingeha xwe de hewldana berdewama fermana 73’yan e.
Em êrîşên rayedarên PDK’ê û komkujiyên çeteyên DAÎŞ’ê ku xwedî heman zihniyet û armanc in, bi tundî şermezar dikin.
Wê SMJÊ li ser van esasan bi çalakiyên protestoyî polîtîkayên PDK’ê û hevalbendên wan ên DAÎŞ’î bide şermezarkirin û sekna xwe ya bilindkirina têkoşîna azadiyê ji nû ve rave bike.”