Ronahî: Em ji berxwedan û şer re jî amede ne

Ronahî: Em ji berxwedan û şer re jî amede ne

Endama Rêvebira Konseya KCK’ê Elif Ronahî diyar kir ku, jin û dayik ji pêvajoya Îmraliyê re bersiva xurt dane û wiha axivî: “Pêvajo li gor berî zêdetir pêwistiya wê bi rêxistinbûnê heye. Divê li hemberî hikûmeta şerê taybet a AKP’ê zêdetir bi hişmendî  û baldarî tevbigerin. Em ê di her şert û mercî de ji herkesî re nîşan bidin ku hem li hemberî şer û hem jî li hemberî aştiyek bi rûmet amede ne.”

Ronahî bal kişand ser komkujiya Parîsê û Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan bibîr anî û wiha got: “Gladiyoya Navneteweyî bi komplaya 9’ê sibatê jinên azad û bi rêxistin hedef girtiye. Komploya Parîsê berdewama 15’ê Sabatê ye. PKK pergala hegomanyaya roja îro ji ber ku aniye asta xetere, hêzên navneteweyî bi komplaya Parîsê ku berdewama komploya 15’ê sibatê ye xwestin civaka azad û jina azad qels bikin û bi vî awayî çavtirsandinê biafirînin. Em hêzên navneteweyî ku van komplayan pêk anîtine şermezar dikin.” 

TÊKOŞÎNA RÊHEVAL SAKÎNE

Ronahî da zanîn ku 8’ê Adara îsal diyariyê Cansiz, Şaylemez û Fîdan hatiye kirin û wiha berdewam kir: “Sakîne Cansiz endamê damezrenera tevgera Apocî û pêşenga Tevgera Jinên Azad bû û bi sekna xwe pîvanên tevgerê ava kir. Cansiz ku navê rastiya jina gerdûnî bû bi berxwedana xwe berxwedana gerdûnî jî îfade dikir. Cansiz tucarî di qalibê zihniyeta zilam de tevnedigeriya û bi felsefeya têkoşîna xwe pêşenga jinên cîhanê bû. Ji bo daxwaza xwe ya ku aştî û azadî li cîhanê pêk bê hertim dinava lêgerîn û têkoşînê de bû. Ji bo em wateyê bidin şahedeta wê em ê têkoşîna xwe bilintir bikin.”

Ronahî bi lêv kir ku ew ê hesabê şahedeta Dogan Şaylemez jî ji zaliman bipirsin û wiha pêde çû: “Dogan û Şaylemez ji bo azadiya gel û a jinê têkoşiyane û di qada ciwanan û  jinan de bi şehadetên xwe nirxên pir girîng afirandine. Em jin bi têkoşîna xwe bersivê bidin pergala zordariyê ya zilam ku komploya 9’ê sibatê pêk anîtin. Bi vê armancê em jin riya ku Rosayan, Clarayan û Sakîneyan vekirine de bimeşin û li hemberî komployan dinava berxwedanê de bin û  em ê bi ser kevin.”

Ronahî diyar kir ku gelên li Tirkiyeyê ji bo desthilatdarên ku hatine û çûne gelekî zerar dîtine û wiha domand:  “Di nava van desthilatdaran de ya herî xerab hikûmeta AKP’ê ye. Weke gelên ku tu fêde ji van destilatdaran negirtin, jin jî herî zêde bû mexdûrên desthilatdaran. Hikûmeta AKP’ê ku xwe xistiye bin zirxa zayîdparêzî, olperestî û netewperestiyê gavekê tenê ji xirakirina civakê, gelan û xezayê gavekê paşve na avêje. Hikûmetekê ku her gotinekê wê dibe sedema şer, weke dijminê jinê jî karê xwe dike.” Ronahî anî ziman ku di dem û cihê ku pergala desthilatdariyê lê hakîm bû, jin hatin îstîsmar kirin û wateya wê hat tune kirin û wiha got: “Tevgera jinên kurd ku di roja me ya îro de ya ku herî zêde perqala zayendparêzî û desthilatdarîyê dixwe zoriyê, rastî hemû nêzîkatiyên xirab tê. Yek ji sedemên ku AKP di her qadî de êrîşî jinên kurd deke xwedî derketin azadî û vîna xweye. AKP di vê ferqê de ye. Ji ber vê her ku firsendekê dibîne êrîşî jinên kurd dike. Me jinên kurd bi berxwedan xwe desthilatdariya AKP’ê xistiye zoriyê û em ê bêxin zoriyê de jî.”

ROJ ROJA XWEDÎ DERKETINÊ YE  

Ronahî bal kişand ser hatina biharê û wiha bi lêv kir: “Bihar ji nûve xwe afirandine. Bihar azadiye û bi hevre bûna hemû rengane. Di pêvajoyeke ku aştî tê nîqaş kirin de hatina 8’ê Adarê gelekê giringe. Ger aştî yek ji armanca herî pîroz a milîtantiya jinê be, divê jin pêşengitiya pêvajoya aştiyê bike. Aştî navê jinê ya rast e. Pîroziya aştiyê navê jiyan kirina mirovahî û jinan e. Wê de roj roja xwedî derketinê ye. Ji ber vê em dibêjin divê 8’ê Adara îsal ji hemû salan baştir bê pîroz kirin.

AŞTIYEKE BI RÛMET

Ronahî da zanîn ku di demên borî de jî pêvajoya aştiyê hatibû rojevê û wiha got: “Sedemên pêvajoyên ku hatine sabotekirin tê zanîn. Pêvajoyên aştiyê xetereyên pir mezin dinava xwe de dihewîne. Di roja me ya îro de jî ev xetere hene. Bila bê zanîn ku van xetereyan ji berjewendiyên desthilatdaran diqewime. Divê xalê de jî bê dîtin ku hewildanên AKP’ê yên ji bo aştiyê sextene. Qala aştiyê dikin, lê operasyonên siyasî, leşkerî û tecrîta li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berdewam dike. Gelê me li hemberî cîhanê hatine qetilkirin. Ger ku em xwe baş birêxistin bikin û têkoşîna demokrasiyê bi bandor bikin dê ev pêvajo vegohere  aştiyeke bi rûmet."

JI BO JIYANEKE AZAD DÊ TÊBIKOŞIN

Ronahî anî ziman ku Ji dîrokê heta niha têgihhîştina serhildanê cihek girîng girtiye û wiha bi dawî kir: “Gelên ku di aliyê nasname, çand û fizîkî de hatine çewisandin di dîrokê de û heta niha bi berxwedanê xwe afirandine û hatine heta roja me ya îro. Ji van yek jî mînaka rastiya gelê kurd e. Gelek caran ev gel di qetliyaman de derbas bûye û dinava hebûn û tunebûnê de têkoşînek bêhempa daye. Dê gelê kurd tucar ji têkoşîna xwe ya ‘Hebûna xwe biparêze û azadiya  xwe dest bixe’ tavîz nede. Ji ber ku wateya serhildana vî gelê diyare. Serhildan tê wateya ku gelê kurd ‘Di jiyanê de hebûn, têkoşînek bi rûmet û nirxê xwe xwedî derketine” ne. 28 serhildanên kurd hatin çewisandin, lê gelê kurd hişmendiya xwe ya azadiyê winda nekir. PKK bi guleya yekem di sala 1984’an de li Hilvan Sivêrekê; gelê ku li hemberî tunekirinê bû zindî kir. Bi vê guleyê gelê kurd bi berxwedana xwe ya salê 90’î û heta niha hebûna xwe nîşanda. Ên ku herî zêde serdestan daye zorê serhildanên jinên kurdin. Têkoşîna jinên kurd herî zêde serdestan daye zorê. Bi vê boneyê em bang dikin ku jin di eniya têkoşînê de bigihîjin hev û bi rihê serhildanê berxwedana xwe bilind bike. Ji bo jiyanek azad, welatek azad û cîhanek azad divê jin hertim dinava berxwedanê de bin.”