Rêjeya temsîliyeta jinê li Fasê zêde bû

Li Fasê, di hilbijartinên giştî de ku roja Yekşemê pêk hatin, hejmara parlamenterên jin kêm jî be zêde bû û gihîşt rêjeya ji sedî 21'ê.

Li Meclîsa Nûneran a ji 395 endaman, ku baskê jêrîn ê Parlamenta Fasê ye, hejmara nûnerên jin bi 14 endamên din zêde bû û gihîşt 81 endaman.

Li gorî hejmarên ji aliyê ajansa MAP'e ve hatin weşandin, di nava Partiya Edalet û Pêşveçûnê ya li desthilatdariyê, ku xwe Îslamî pênase dike, ji 125 parlamenteran bi tenê 24 jin in.

Partiya Rastî û Modernîteyê (KNK), ku ji demokratên civakî û laîk pêk tê, hejmara parlamenterên xwe ji 47'an derxist 102'an. Di nava KNK'ê de 26 jin bûn parlamenter.

Di serdema beriya niha de li Meclîsa Nûneran a Fasê 67 parlamenterên jin hebûn.