RAJIN: ‘Em ê li diji faşîzma AKP’ê bibin dengê kolan û taxên xwe!’

RAJIN’ê diyar kir ku ragihandin ziman, çav û guhê her civakê ye. Ji bo civakek nebîne, nebihîze û neaxive, bêdeng bibe û hawara wê neyê bihîstin, rejîma faşîzan a AKP’ê di serî de deng û rengê netewan tarî dike.

Ragihandina Jinên Kurdistanê (RAJIN) bi daxuyaniyekê li dijî kiryarên Erdogan û hikûmeta AKP’ê ya li ser çapemeniya azad pêk tîne nîşan da û ev êrîş şermezar kir. RAJIN, destnîşan kir ku AKP di vê demê de li gorî rastiya ku hatiye avakirin, erka ku jê re hatiye dayîn pêk tîne. Ji bo wê di serî de gelê Kurd polîtîkayek taybet ji bo tinekirin û qirkirina Kurdan dide meşandin. Bi darbeya ku bixwe destê wê tê de hebû, di raya giştî de xwe mexdur nîşan da, ji bo ku her kesî bi vî awayî bixapîne. Di rastî de darbeya 15’yê Tîrmehê amadekirina zemînên êrîşa gelemperî ya li ser gelê Kurd bû. Zemînê vê darbeyê ji dema ku artêşa taybet a Erdogan li bajarên Kurdistanê ji hev ket, hatibû amadekirin. Ji ber ku di rastiya rejîmên beriya AKP’ê de jî hertim ev polîtîka hebû ku piştî her binketinekî serî li rêbazên qetilkirinan dide.

RAJIN'ê bi bîr xist ku çawa desthilatdariya Erdogan hemû artêş û sazî di bin navê Cemeta Gulen û hwd de xiste bin serweriya xwe, sazî û dezgehên din di serî de jî ragihandin li gorî meyal xwe ya netewperest û faşîzan bikar anî û bikar tîne. Armanc ew e ku ti deng, reng, bawerî û hêzek demokratîk li beranberî xwe nehêle. Yên heyî jî bi gef û terorê çav tirsandî, marjînal yan jî ji holê rabike. RAJIN wiha anî ziman: “Gelê Kurd li hember polîtîkayên qetilkirin, îmah û înkarê serî netewandiye û di pêkanîna jiyana azad de bi israr e. Ji bo vê yekê di her qadan de, li bajar, kolan û di nava saziyên xwe de rastî êrîşek bê perwa tê. AKP ya ku bi salane derewa mafê fêrbûna zimanê dayîkê dike, îro bi girtina Zarok TV, mafê herî seretayî yê zarokên Kurdistanê binpê dike. Di kesayeta Zarok TV de siyaseta Tirk kirin û helandina Kurdan a AKP’ê derket ser kifş bûye. Derket holê ku di rastî de dixwaze di serî de zarokên Kurd, tevahiya çand û erdnîgariya Kurdistanê jinav bibe. Dixwaze hestên welatparêzî ên zarokan ji destpêkê ve tine bike.”

RAJIN'ê di berdewam daxuyaniya xwe de diyar kir ku êrîş û terora li ser tevahiya dengên azad, di bin siya Rewşa Awarte ya li Tirkiyê de, bi leztir bûye. Di bin kirasê operasyona li dijî Cemaet û saziyên qaşo li dijî xwe de, di rastî de êrîşî tevahiya destkeftiyên şoreşa li Bakûrê Kurdistanê dike. Ya ku tê armanckirin destdirêjiya li ser çand, ziman, vîna hemû netew, bawerî û pêkhateyên li Tirkiye û Kurdistanê ye. RAJIN’ê wiha anî ziman: “Hişmendiya tekperest a AKP’ê dixwaze reng û dengên hemû netewan di reşahiya netewperestiya xwe de veşêre û tine bike. Ji bo wê jî di serî de êrîşî dengê zarokên Kurdistanê, Zarok Tv, Med Nûçe, ÎMC TV, Dengê gelê me yê Elewî, TV 10, Dengê kedkaran, Hayat TV, Jiyan TV, Azadî TV, Ozgur Gun TV, Van TV, Denge TV, Govend TV û Gelek TV yên din kir. Her wiha bi awayekî hemwext êrîş li ser 11 radyoyên herêmî hatin kirin.”

Herî dawî RAJIN di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku ev êrîş di heman demê de êrîşa li ser hebûn û azadiya gelên li Tirkiye û Kurdistanê ye. Ji bo wê jî divê di serî de hemû beşên demokrat ên civakê, jin, ciwan, rewşenbîr û rojnameger li dijî van êrîşan dengê xwe yê nerazî bilind bikin. Nabe ti gel, bawerî û pêkhateyên li Tirkiye û Kurdistanê van êrîşên li dijî xwe bipejirîne û li hember wê serî bitewîne. RAJIN ev bang kir: “Ji bo dengên azad ên gelan ji bin diktatoriya Erdogan û AKP’ê derbikeve, divê hemû gel wek erka xwe ya exlaqî û polîtîk dakevin qadan. Berxwedaniya xwe ya di hemû qadan de bi taybet di qada ragihandina azad de mezin bikin. Divê her kes li her cihê ku lê ye, xwe wek nûçegihan bihesibîne. Bi taybet divê jin û ciwan bibin ziman û dengê her kolan û taxên bajarên xwe. “