RAJIN'ê nûçegihan Nûjiyan Erhan bi bîr anî

Ragihandina Jina Azad (RAJIN) nûçegihan Nûjiyan Erhan ku Adara 2017'an ji hêla hêzên çekdar ên PDK'ê ve hatibû şehîdxistin, bi bîr anî.

Xebatkara çapemeniya Kurd Nûjiyan Erhan, dema ku hêzên bi ser PDK'ê ve 3'yê Adara 2017'an êrîş birin ser bajaroka Xanesorê ya Şengalê bûbû hedef û birîndar bûbû. Erhan ku ji serê xwe birîndar bûbû û rakiribûn nexweşxaneya Hesekê 22'yê Adarê şehîd bûbû.

Daxuyaniya RAJIN'ê ya derbarê nûçegihan Nûjiyan Erhan wiha ye:

''Ji bo ku em Hevrê Nûjiyan û armanca wê fam bikin, watedarkirina navê wê tenê bes e. Em dizanin ku nav di teşedana qerekter û çarenûsa her mirovekî de diyarker e, lê ne bi qasî navê Nûjiyan. Navê Nûjiyan, ne tenê lêgera wê, her wiha lêgera gelê ku di oxira wê de canê xwe fedakiriye jî îfade dike. Ev jî lêgera Jiyana Nû ye. Ji bo wê Nûjiyan dibêje, her rêwitiyek armanceke xwe heye. Armanca Nûjiyan jî wateya Navê wê ye. 

Hevrê Nûjiyan Erhan bi çerçoveya pêngava mertalên zindî di sala 2005’an de berê xwe da çiyayên azad. Hevkar û hevrê Nûjiyan piştî salên dirêj yên têkoşînê li çiyayên Azad bi fermana 73’an a li ser warê qedim ji bo bibe çav,guhê êş û azarên jinên êzdî û ji bo bibe henaseya tilîyên Edûlên hemdem bi hêrs, kelecan û azweriyeke mezin li Êzdîxanê bû. 

Dema ku çeteyên DAIŞ’ê bi armanca qirkirinê di 3’ê tebaxa 2014’an de êriş birin ser Êzdîxanê, di wê demê de, PDK ya ku Êzîdî bêparastin li nav lepên çeteyên hov hişt, ne cara yekê bû ku dîrokê şahidî li xiyaneta PDK’ê  dikir. Heman PDK ya ku bi xiyanetê rê ji qirkirina Êzdiyan re vekir, vê carê di 3’ê Adara 2017’an de êrîş bire ser parêzvanên Êzidixanê Şervanê YBŞ, YJŞ û HPG’ê. Di dema vê êrîşa xiyanetkar de hevrê Nûjiyan dîsa li pêş bû û vê carê jî xiyaneta duyemîn a li ser êzdiyan pêk dihat belge dikir. Pêşeng û kedkara çapemeniya Azad Nûjiyan Erhan dema ku dîmen digirt, bû hedefa guleyên pêşmergeyên PDK’ê û giran birîndar bû û di 20’ê Adarê de jî tevlî nava karwanên şehîdên azadiyê bû. 

Hevkar û hevrê Nûjiyan Erhan li Êzdîxanê bi pênûs, wênegir û kamereya xwe ne tenê hovitiya ku li ser Êzîdiyan, bi taybetî jî hovitiya li ser jinên Êzîdî pêk hatî nîşan dida û her dem li eniyên pêş berxwedana jinên Êîzdî jî pêşan dida. Dîsa li gel vegotina têkoşîna tolgirtinê ya jinên ÊZîdî, rêxistina jinan  a ji bo jiyana nû li Êzdîxanê jî di her nivîseke ku dinivîsand û di her dimeneke ku digirt, de nîşan dida. 

Ji bo wê em dibêjin heta têkoşer û lêgera li jiyana nû hebin, wê hevriya bedew û devliken Nûjiyan bijî. Çawa ku Nûjiyan Erhan bû şopdarê Gurbetan, Xalîlan, Denizan, Hebûnan û gelek hevrêyên mîna wan, em kedkarên çapemeniya azad em ê jî li ser heman şopê bibin hevrê, bibin lêgerînerên Jiyana Nû û bibin Nûjiyan.''