'Qeyûmên AKP'ê ewilî jin hedef girtin; du navend hatin girtin'

Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê Konca diyar kir, darbeya qeyûm a AKP'ê ewilî navendên jinan hedef girtiye û destnîşan kir, ku tevî vê darbeya qeyûm jî ew ê xebatên ji bo jinan ên li herêman bidomînin.

Qeyûmên ji aliyê hikûmeta AKP'ê ve bi biryarnameyan hatin wezîfedarkirin, karê ku di destpêkê de li Şaredariyên DBP'yî kirin; girtina navendên jinan û desteserkirina agahiyên taybet ên jinên mexdûr ên li van navendan e. Tevî vê êrîşa li dijî jinê, hemû qeyûmên li şaredariyên DBP'yî hatin bicihkirin, mêr in. Ev yek jî fikaran zêde dike ku mexdûriyeta jinên bûne hedefa şîdetê wê zêdetir bibe.

LI FARQÎN Û CIZÎRÊ DU NAVENDÊN JINÊ HATIN GIRTIN

Qeymeqamê Tirk ê li navçeya Amed Farqînê, weke qeyûm li şaredariya navçeyê hat bicihkirin. Karê destpêkê yê vî kesî, girtina Navenda Jinê ya Meya bû. Qeymeqamê Tirk ê li Cizîrê Ahmet Adanûr jî weke qeyûm li şaredariya Cizîrê hat bicihkirin. Vî kesî jî navenda jinê ya şaredariyê girt. Li her du navçeyan, hemû belge û agahiyên taybet ên jinên mexdûr hatin desteserkirin.

Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê Besîme Konca têkildarî qeyûman ji ANF'ê re axivî û diyar kir, pêkanînên li her du navçeyan nîşan didin ku mafên jinan ên hatine bidestxistin û ewlekariya wan, bi rêya qeyûm ji holê hatine rakirin.

Konca bibîr xist, ku di çarçoveya feraseta jiyanek alîgiriya jinê de, wan li hemû beşên şaredariyê temsîliyeta wekhev a jin û mêr esas girtine û ji bo pêşî li şîdeta li dijî jinê bigirin, wan danekirinek 'mûçeyê karkerê li hevjîna xwe daye, ji hevjînê re tê dayîn' dane rûniştandin.

'DERBEKE MEZIN LI HEMÛ XEBATAN HAT XISTIN'

Konca da zanîn, ku li piraniya şaredariyên qeyûm li wan hatin bicihkirin, navendên jinê hene û diyar kir, ji bo koordînekirina karên jinan ên li hemû şaredariyên bajarên mezin û bajaran, serokatiya jinê jî hatiye avakirin. Konca anî ziman, tevî xebatên wan ên ji bo jinên mexdûrên şîdetê, ji bo jin karibin tevlî jiyana civakî û aborî bibin, ew dixebitin, lê belê bi qeyûm re derbeke mezin li van hemû xebatan hatiye xistin.

'EW BELGE BELGEYÊN VEŞARTÎ YÊN JINAN BÛN'

Konca bibîr xist, ku leşker û polîsan avêtine ser saziyên şaredariyê û ragihand, ji niha û pê ve baweriya jina wê bi ti saziyan neyê. Konca got, "Li navendên jinan, hemû agahî û belgeyên jinên bûne hedefa şîdetê, hatine desteserkirin. Ew belge belgeyên veşartî yên jinan bûn. Yên dest danîne ser wan belgeyan kî ne û em nizanin bê ev agahiyên taybet bi çi rengî tên bikaranîn. Lewma em bi fikar in. Gelekî girîng e ku jin ji saziyên xwe bawer dikin û tên. Êdî jin wê ji van saziyên qeyûm lê bi cih bûne bawer nekin û neyên."

'XEBAT WÊ LI SAZIYÊN HERÊMÎ DEWAM BIKIN'

Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê Besîme Konca bal kişand ser mexdûriyeta jinan a dema qedexeya derketina derve ya li Cizîr û Farqînê û got, "Di vê dema hilweşandinê de herî zêde jin mexdûr bûn. Lewma em ê ti carî jinan bi tenê nehêlin. Xebatên me li şaredariyan dimeşandin, em ê li cihên cuda bidomînin. Bêguman wê ne hêsa be, lê belê xebatên me yên ji bo jinan wê dewam bikin."

Konca bibîr xist, ku li Stenbolê kesekî ku li jineke şort li xwe kiribû xist, hat berdan, li Îzmîrê jî jineke ciwan ji ber kincê xwe bû hedefa êrîşa zayendî û got, "Jin her tim di hedefa êrîşan de bû. Lê vê carê êrîş bi destê medyayê rewa tê nîşandan. Daxuyaniyên hikûmetê jî êrîşên li dijî jinê rewa dikin. Nêzîkatiyeke welê nîşan dide, ku ji bilî nava malê, nahêle jin li cihekî bijî. Ji ber vê yekê, hem li dijî darbeya qeyûm hem jî li dijî polîtîkayên dijminatiyê li jinan dikin, divê em jin bi hev re tevbigerin."