BI DÎMEN

Qeyûmê li Dêrikê êrîşî jinan û çanda Kurd dike

Qeyûmê ku dest daniye ser Şaredariya Dêrikê, weke karê destpêkê Navenda Çandê û Mala Jinan girt. Xebatkara Mala Jinê Yuzal diyar kir, zîhniyeta qeyûm nasnameya jinê û çanda gelê Kurd hedef digire.

Yek ji navçeyên Bakurê Kurdistanê, ku AKP'ê bi rêya qeyûm dest daniye ser şaredariya wê, Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê ye. Qeyûmê dewleta Tirk weke karê destpêkê êrîşî Mala Jinê û Navenda Çandê kir û ev her du navend girt. Mala jinê xizmetên hişmendiya zayendî, hiqûqê, desteka tenduristî û psîkolojiyê dida jinan. Navenda Çandê jî perwerdeya bi zimanê dayikê dida zarokên Kurd.

Ji xebatkarên beşa tenduristiyê ya Mala Jinê Gulseren Yuzal da xuyakirin, ku hedefgirtina van her du saziyan tiştekî rasthatî nîne û destnîşan kir, ku hewl tê dayîn zarokên Kurd bên asîmîlekirin û pêşî li azadiya jinên Kurd were girtin.

'POLÎSAN DOR LI MALA JINÊ GIRTINE'

Yuzal diyar kir, piştî ku şaredarî ji aliyê qeyûm ve hat dagirkirin, polîsan tevî avahiya şaredariyê, dor li Mala Jinê û navenda Çandê jî girtine.

Yuzal anî ziman, ji ber vê dorpêçiyê, jin nema tên qursan û ragihand, qursên çente û dirûtinê êdî bi kêr nayên, xizmetên psîkolojîk, hiqûqî, tenduristî û hişmendiya jinê jî, êdî nema dikarin bidin.

MALA JINÊ HAT GIRTIN

Yuzal da zanîn, Mala Jinê ku ji ber dorpêçiya jinê êdî nema dixebitî, di dawiya meha Îlonê de hatiye girtin û karê wê jî bêyî sedemek were nîşandan, hatiye qedandin.

MALA ÇANDÊ YA KU ZAROKAN LÊ PERWERDE DIDÎTIN, HAT GIRTIN

Cihekî din ku bû hedefa qeyûmê dewletê, Navenda Çandê ye. Yuzal diyar kir, Navenda Çandê jî mîna Mala Jinê bi zanebûn hedef hatiye girtin. Yuzal anî ziman, li Navenda Çandê zarokên Dêrikî bi zimanê dayikê, li qadên çand, huner, wêjeyê perwerde didîtin û got, "Bi vê yekê ve dixwazin zarokên Kurd asîmîle bikin û pêşî li pêşketina hişmendiya jinê ya azad bigirin."

PERSONELÊN QEYÛM ŞÎDETÊ LI XEBATKARAN DIKIN

Yuzal ragihand, li Mala Jinê cihê du xebatkarên jin, ku yek jê civaknas e hatiye guhertin û hevalên wan ên xebatkar di bin zordariyê de ne. Yuzal da xuyakirin, ku qeyûm, xebatkarên nikare ji kar derxîne bi rêbaza mobbînê zextê li wan dike û got, "Gelek hevalên me dibin hedefa tacîza devkî û şîdetê. Bi vî rengî zext li wan tê kirin ku dest ji kar berdin. Heqaret li hevalên me tê kirin."

Yuzal destnîşan kir ku qeyûm û personelên qeyûm 'terorê' li xebatkaran dikin.

'EM Ê KARÊN XWE YÊN ALTERNATÎF BIDOMÎNIN'

Yuzal bibîr xist ku bi girtina Mala Jinê re wê nikaribin xebatên jinê bidin sekinandin û destnîşan kir, hêza qeyûm wê têra pêşîgirtina li azadiya jinê neke. Yuzal got, ew ê xebatên xwe yên alternatîf bidomînin û ji jinên Dêrikî xwest, cihê xwe di nava van karên alternatîf de bigirin.

...